
Derbarê avakirina komîsyona pêvajoya nû de partîyên kurdistanî yên Bakûrê Kurdistanê dibêjin divê nûnertîya kurdan wê komîsyonê de xurt be û daxwazên neteweyî yên kurdan jî bi awayeke zelal bên bilêvkirin. Partîyên kurdistanî dibêjin heger alîyên kurdistanî wê komîsyonê de cîh negirin dikarin komîsyonekê nav xwe de jî ava bikin.
Ji alîyê serokê parlamêntoya Tirkîyayê Nûman Kûrtûlmûş ve bingeha komîsîyona parlamêntoyê ya bo pêvajoya nû hatîye danîn û wê di komîsyonê de endamên partîyên parlamêntoyê de ne cîh bigirin. Derbarê vê mijarê de partîyên kurdistanî yên Bakûrê Kurdistanê dibêjin ew jî dixwazin pêvajoya çareserîya pirsa kurd de bi awayeke çalak cîh bigirin û daxwaza partîyên kurdistanî ew e ku nûnertîya kurdan bi awayeke xurt bê kirin û daxwaza mafên neteweyî yên kurdan bên kirin.
Cîgirê serokê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Kano Amedî ji K24 ê re gotîye: “Partîyên kurdistanî jî dikarin nav xwe de komîsyonekê ava bikin, em bo vê yekê jî vekirîne, her wiha partîyên parlamêntoyê de ne jî heger bixwazin em dikarin hevdîtinan bi wan re bikin û nêrînên xwe bi wan re parve bikin”.
Partîyên kurdistanî dibêjin divê komîsyon ne tenê bi partîyên parlamêntoyê re sînordarkirî be û daxwaza partîyên kurdistanî ew e ku di nava komîsyonê de cîh bigirin û derbarê nexşerêya pêvajoyê de jî bên agahdarkirin.
Cîgırê serok Hak Parê Hanîfî Eren dibêje: “Komîsyona ku bin banê parlamêntoyê de tê avakirin nûnertîya kurdan qels e, em jî dixwazin nava wê komîsyonê de cîh bigirin û derbarê çareserîya pirsa kurd de nêrîn û pêşnîyarên xwe bi wan re parve bikin”.
Partîyên kurdistanî dibêjin ew dixwazin pirsa kurd çareser bibe û amade ne sûdê jî bidin, pêşnîyar jî dikin ku partî û rêxistinên kurdistanî yên Bakûrê Kurdistanê di nav xwe de komîsyonekê dikarin ava bikin.







