
Hêzên Sûrya Dêmokratîk (HSD) tekez dike, di rewşa aloz ya niha de radestkirina çekên xwe “meseleyeke ne pêkan e” û şertê xwe yê sereke ji bo tevlîbûna di nav artêşa Sûryayê de dubare kirîye.
Berdevkê fermî yê HSD ê Asêr Daûd 22 ê tîrmehê di daxuyanîyekê de gotîye: “Li gel alozîyên berdewam li Sûryayê, zêdebûna tundûtûjîyê û gefên rêxistina DAIŞ ê, ne pêkan e ku hêzên me çekên xwe radest bikin”.
Daûd her wiha daye zanîn, HSD dikare bi şertekî tevlî artêşa Sûryayê bibe û gotîye: “HSD dikare bi rêya peymaneke destûrî ku taybetmendîya pêkhateya kurd nas bike, tevlî artêşa Sûryayê bibe”.
Berdevkê HSD ê destnîşan kirîye “HSD ne alîgirê şer e, lê ew ê li her dera ku lê be, parastina gelê xwe bike.”
Salih Mûslîm: heger garantî hebin, em bi çekan ve girêdayî namînin
Ji alîyê xwe ve, endamê desteya serokatîyê ya Partîya Yekîtîya Dêmokratîk (PYD) Salih Mûslîm jî heman helwest piştrast kirîye û ji “Sky News erebî” re axivîye.
Mûslîm gotîye: “Heger bawerî û garantîyên destûrî hebin, em ê bi çekan ve girêdayî nemînin”.
Salih Mûslîm herwiha rexne li hukumeta Sûryayê girtîye û amaje pê kirîye ku “Hukumeta Sûryayê di cîbicîkirina peymanê de giran tevdigere”.
Peymana Ahmed Şera û Mezlûm Ebdî
Roja 10 ê adara borî, fermandarê giştî yê HSD ê Mezlûm Ebdî û serokê qonaxa veguhêz ya Sûryayê Ahmed Şera, peymanek ji 8 xalan pêk dihat îmze kiribûn. Di wê peymanê de tekezî li ser yekparçeya axa Sûryayê, tevlîbûna hêzên HSD ê di nav sazîyên dewletê de û agirbestê hatibû kirin.







