H’emû nûçeSereke

Vir wada, bîyaniyên ku li Ermenîstanê mafê  wane mayînê hebe, wê bikaribin karta SIM ê ya nasnameya mobîl bistînin

Vir wada, bîyaniyên ku li Komara Ermenîstanê mafê wane mayînê hebe, wê bikaribin li gorî guhertina 24 ê nîsanê ya biryara hukumeta Ermenîstanê ya hejmar 572-N ya 25 ê gulana sala 2017 a, SIM karta nasnameya mobîl (mID) bistînin. Derheha wê yekêda  ji hêla xizmeta koçberî û hemwelatîbûnê ya Komara Ermenîstanê ve hatîye ragîhandin.

Li Ermenîstanê, bîyanîyên ku xwedîyê hejmara xizmeta giştî û yek ji belgeyên jêrîn in dikarin karta SIM ya nasnameya mobîl (mID) bistînin:

. karta niştecîhbûna demkî,

. karta niştecîhbûna daîmî,

. pasaporta taybet,

. sêrtêfîkata niştecîhbûna qanûnî.

Gavên pêwîst

Bi pasaport, karta rewşa rûniştinê yan pasaporta taybet, yan jî sêrtêfîkata ku qanûnîbûna rûniştinê piştrast dike, pêdîvî ye ku carekê herin ofîsa xizmetên giştî ya yekgirtî ya li kolana Vazgên Sargsyan 3 da ku noteke têkildar di derbarê nasnameyê de di pergala qeydkirina bîyanîyan de çêbikin.

Ew bîyaniyên ku piştî 23 ê tebaxa sala 2024 a, bi rêya platforma workpermit.am bi xwe karta rûniştinê yan karta rêfêransê wergirtine ku qanûnîbûna rûniştinê li Komara Ermenîstanê piştrast dike û nameyek wergirtine (derbarê îhtîmala wergirtina SIM karta nasnameya mobîl (mID)), dikarin serdana xizmetê nekin.

Piştî temamkirina pêvajoya jorîn, bikarhênerê bîyanî dikare bi şandina belgeyên jêrîn serî li ofîsa opêratorê mobîl yê bijarte bide û SIM karta nasnameya Mobîl (mID) bistîne:

. belgeya rûniştinê ya derbasdar,

. belgeya nasnameyê,

. hejmara xizmeta giştî.

Ji bo wergirtina SIM karta mobîl nasname (mID),  hûn ji bo ji nû ve derxistina kartê xercekê bidin, ku 500 dirame. Dema kirîna SIM karta nû,  hûn li gorî tarîfeyên opêratorê dîyarkirî lêçûyîna plana tarîfê jî bidin.

Ji bo bikaranîna xizmeta îmzeya dîjîtal ya êlêktronîkî, divê hûn salê 3000 diram bidin, ku şertên wê dikarin bi şopandina lînka jêrîn bên dîtin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button