
Encûmena dadwerî ya bilind û bi taybetî jî dadgeha Kerxê li dijî endamekî DAIŞ ê, ku bi tawanên li dijî êzîdîyan hatîye tometbarkirin, biryarek daye, her di wê biryarê de îtîraf bi tawana komkujîya êzidîyan jî hatîye kirin.
Encûmena dadwerî ya bilind û bi taybetî jî dadgeha ji bo cara sêyem biryarek li dijî endamekî DAIŞ ê da, ku bi tawanên li dijî êzîdîyan hatîye tawanbarkirin. Di wê biryarê de amaje bi qanûna girêdayî keç û jinên êzidî yên ku ji destê DAIŞ ê rizgar bûne jî hatîye kirin, bi taybetî jî madeya ku îtîrafê bi komkujîya êzîdîyan dike”.
Dadgeha Kerxê eşkere jî kirîye ku, cezayê bidarvekirinê ji bo wî tometbarî hatîye derxistin û li sala 2014 a li Şengalê tevlî gelek tawanên terorîstî yên li dijî êzîdîyan bûye.
Encûmena dadwerîyê di vî warî de ragîhandîye: “Ev biryar di demeke pêdivî de bûye û em wê bilind dinirxînin, herwesa em ji ber cezakirina tawanbarên doza tawanên li dijî êzîdîyan jî dilxweş in”.
Encûmena dadwerîyê herwesa gotîye: “Ew biryar li ser bingeha qanûna girêdayî keç û jinên êzîdî yên ku ji destê DAIŞ ê rizgar bûne hatîye damezrandin û yek ji qanûnên herî girîng e, ku ji welatîyan re xizmet kirîye û têkista û madeyên girîng dihewîne, herwesa bi eşkereyî îtîraf bi komkîjîya êzîdîyan jî kirîye.
Her îro keçeke din ya êzîdî, ku piştî dagirkirina Şengalê û parêzgeha Neynawayê ji alîyê çekdarên DAIŞ ê ve hatibû revandin, piştî derbazbûna 11 salan hatîye rizgarkirin.
Li gorî peyamnêrê K24 ê li Dihokê Mahir Îlyas, ew keç, ku navê wê Rêham Hecî Hemê ye û emirê wê 20 sal e, ji alîyê Hêzên Sûrîyaya Dêmokratîk (HSD) ve li qampa Holê hatîye dîtin û rizgarkirin.
Dema ku Rêham ji alîyê çekdarên DAIŞ ê ve hatibû revandin, emirê wê tenê neh sal bûn. Xûşkek û pênc birayên wê jî di gel 30 kesên din ji kesûkarên wê yên nêzîk, ku ew jî ji hêla DAIŞ ê ve hatibûn revandin, hîn jî winda ne.
Dayîk û bavê Rêhamê, ku li qampa Îsyayê ya komelgeha Şêxanê dijîn, niha çûne Rojavayê Kurdistanê da ku keça xwe vegerînin Herêma Kurdistanê.
Her li gorî zanyarên peyamnêrê Kurdistan 24 ê, ev keç sala 2014 a, di dema êrîşa çekdarên DAIŞ ê li ser Xanesorê de, bi 77 endamên malbata xwe û kesûkarên xwe re ji hêla çekdarên DAIŞ ê ve hatîye revandin, lê piştî 11 salan zêdetirî 30 ji wan hîn jî winda ne.







