SerekeSîyasî

Keçeke din ya êzîdî hatîye rizgarkirin

Keçeke din ya êzidî, ku piştî dagirkirina Şengalê û parêzgeha Neynawayê ji alîyê çekdarên DAIŞ ê ve hatibû revandin, piştî derbazbûna 11 salan hatîye rizgarkirin.

Li gorî peyamnêrê K24 ê li Dihokê Mahir Îlyas, ew keç, ku navê wê Rêham Hecî Hemê ye û emirê wê 20 sal e, ji alîyê Hêzên Sûrîya Dêmokratîk (HSD) ve li qampa Holê hatîye dîtin û rizgarkirin.

Dema ku Rêham ji alîyê çekdarên DAIŞ ê ve hatibû revandin, emirê wê tenê neh sal bûn. Xûşkek û pênc birayên wê jî di gel 30 kesên din ji kesûkarên wê yên nêzîk, ku ew jî ji hêla DAIŞ ê ve hatibûn revandin, hîn jî winda ne.

Dayîk û bavên Rêhamê, ku li qampa Îsyayê ya komelgeha Şêxanê dijîn, niha çûne Rojavayê Kurdistanê da ku keça xwe vegerînin Herêma Kurdistanê.Her li gorî zanyarên peyamnêrê Kurdistan 24 ê, ev keç sala 2014 a, di dema êrîşa çekdarên DAIŞ ê li ser Xanesorê de, bi 77 endamên malbata xwe û kesûkarên xwe re ji hêla çekdarên DAIŞ ê ve hatîye revandin, lê piştî 11 salan zêdetirî 30 ji wan hîn jî winda ne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button