Rûsîya ji ber kêmbûna bazirganîya bi Ermenîstanê re nîgeran e: Ovêrçûk

Cîgirê serokwezîrê Fêdêrasîyona Rûsyayê Alêksêy Ovêrçûk ragîhandîye ku Rûsîya ji ber kêmbûna bazirganîya bi Ermenistanê re nîgeran e.
“Par, danûstandina bazirganî ya di navbera welatên me de zêde bûye û gihîştîye 12.4 mîlyard dolarî. Dema ku em li ber çavan bigirin ku berhema navxweyî ya Ermenîstanê nêzîkî 26 mîlyard dolar e, bê guman ev hejmareke pir cidî ye. Em pabend in ku hevkarîya xwe pêş bixin û bê guman, hemî têkilîyên gengaz yên ku bi kevneşopî di navbera welatên me de hene berfireh bikin.Û di vî warî de, em nikarin xwe ji nîgeranîyê dûr bigirin, û eme ew nîgeranîya xwe li ser kêmbûna danûstandina bazirganîyê ya ku em îsal dibînin anîye ziman”,-Ovêrçûk gotîye.
Ewî zêde kirîye ku mijarên pêşxistina hevkarîya bazirganî û aborî û veberhênanên Rûsîyayê li Ermenîstanê bi serokwezîr Nîkol Paşînyan re hatine nîqaşkirin.







