H’emû nûçeSereke
Serokwezîr Paşînyan têlêgirama serxweşîyê Vladîmîr Pûtînra şandîye

Serokwezîr Nîkol Paşînyan ji bo bi dehan qurbanîyên balafira AN-24 têlêgirama serxweşîyê serokê Fêdêrasîyona Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re şandîye. Têlêgiramê de wiha tê gotin:
“Vladîmîr Vladîmîrê hêja,
Ji kerema xwe serxweşîyên min yên dilsoz ji bo mirina trajîk ya rêwîyên balafira sîvîl AN-24 ya hevaltîya avîyasîyon “Angara” ê ku geşta Xabarovsk-Blagovêşçênsk-Tînda dikir qebûl bikin.
“Ji kerema xwe, gotinên min yên dilsoz yên sersaxî û piştgirîyê ji malbatên ku xizmên xwe di qezîya balafirê de winda kirine ragihînin”.







