
Di hevpeyvîna li gel Euromedia 24 ê, balyozê Îranêyî li Ermenîstanê Mêhdî Sobhanî gotîye ku Têhran ji nîqaşên li ser veguhestina gengaz ya rêya Syûnîkê bo hevaltîya amêrîkî nîgeran e.Ewî tekez kirîye ku her gaveke ku dikare sînorên navneteweyî biguherîne, girêdanên bejayî yên di navbera Îranê û Ermenîstanê de têk bibe, yan jî herêmê bêîstîqirar bike nayê qebûlkirin. Li gorî balyoz, alîyê Ermenîstanê berê piştrast kirîye ku ew ê biryarên ku dikarin bandorê li ser yekparçeya axê bikin negire, û Îran bi tevahî piştgirîyê dide vê helwestê.
Balyoz destnîşan kirîye ku “Em ji guhertinên jêopolîtîk yên li herêmê û her têkçûna danûstandina bêjayî ya di navbera Îranê û Ermenîstanê de bi ciddî nîgeran in. Bê guman ev dikare ji bo Ermenîstanê zirardar be. Ji ber vê yekê hukumeta Ermenîstanê amade nîne ku rê bide kesî ku xetên sor yên welêt derbaz bibe”.
Li gorî wî, di hevdîtinên bi rayedarên payebilind yên ermenî re, ew piştrast bûye ku Yêrêvan nîyeta wê nîne ku gavên ku dikarin yekparçeya axa welêt û serwêrîya neteweyî binpê bikin bavêje.
“Dema ku binpêkirina yekparçeya axê dibe dîyardeyeke hevpar, ew ne tenê ji bo herêmê, lê di heman demê de ji bo qanûna navneteweyî bi tevahî xeternak e”.
Li gorî Sohbani, têkilîyên di navbera Ermenîstanê û Îranê de di asta “hevpeymaneke xwezayî” de ne. Lê belê, welat li ser amadekirina peymaneke stratêjîk ya berfireh dixebitin, ku wê di pêşerojê de di asta herî bilind de bê îmzekirin.
“Li her deverê ku em bibînin ku hevkarî li gorî berjewendîyên herdu welatan e, em ê wan waran pêş bixin. Hevkarîya me ne li dijî welatên sêyemîn e, ew ji berjewendîyên me yên hevpar derdikeve”,-ewî tekez kirîye.
Her wiha hatîye zanîn ku niha amadekarîyên serdana serokkomarê Îranê Mesûd Pêzêşkîan bo Ermenîstanê, ku bo vê havînê hatîye plankirin, têne kirin.







