H’emû nûçeSereke

Berhemên girîng ji kolêksîyonên Lûvrê wê bînin Ermenîstanê

Wezîra Ermenîstanêye perwerdê, zanistê, çandê û sportê  Janna Andrêasyanê balyozê Komara Fransîyayêyî li Ermenîstanê Olîvîê Dikotînî  qebûl kirîye. Cîgirê wezîra perwerdê, zanistê, çandê û sportê Artûr Martîrosyan jî beşdarî hevdîtinê bûye.

Wek ku “Armenpress” ji daxuyanîya wezîreta Ermenîstanêye  perwerdê, zanistê û sportê  fêr dibe, di hevdîtinê de Janna Andrêasyanê tekezî li ser têkilîyên dostane û dîrokî yên bihêz yên di navbera Ermenîstanê û Fransîyayê de kirîye, amadebûna xwe ji bo berfirehkirin û kûrkirina hevkarîyê di warên perwerdê, zanistê, çandê, ciwan û sportê de ji nû ve piştrast kirîye.

Wezîra Ermenîstanêye perwerdê, zanistê û têknolojîyê  behsa bernameyên bi hev re hatine bicîhkirin kirîye û bi taybetî bernameya “Fransî wek zimanekî bîyanî: perwerde, modêrnîzasîyakirin û pêşvebirin” ji bo mamosteyên fransî, ku bi hevkarîya balyozxaneya Fransîyayêye li Ermenîstanê hatîye bicîhkirin û di çarçoveya wê de nêzîkî 240 mamoste beşdarî dersên perwerdeyê bûne, tekez kirîye.

Her wiha alîyan li ser hevkarîya di warê çandê de jî nîqaş kirine, bi taybetî behsa pêşangeha “Reng û ronahîyên împrêsîyonîzma ermenî” li navenda çandî ya Barbîzon ya navdar li Fransîyayê kirine, ku tê de berhemên hêja yên ku împrêsîyonîzma ermenî ji kolêksîyonên galêrîya neteweyî ya Ermenîstanê temsîl dikin têne pêşandan.

Pirsgirêkên rêxistinî yên pêşangeha ku wê îlona sala 2025 a bi hevkarîya mûzexaneya Lûvrê li mûzexaneya dîrokê ya Ermenîstanê bê lidarxistin jî hatine nîqaşkirin. Tê plankirin ku zêdetirî deh pêşangehên girîng ji kolêksîyona Lûvrê bo Ermenîstanê bên veguhastin, bi parastina hemû rêzikên ewlehîyê.

Balyozê Komara Fransîyayêyî li Komara Ermenistanê Olîvîe Dikotînî spasîya xwe ji bo pêşwazîya germ û piştgirîya berdewam ya ji bo destpêşxerîyên balyozxaneya Fransîyayê anîye ziman. Balyoz destnîşan kirîye ku di navbera Ermenîstane û Fransîyayê de hevkaryeke dînamîk, sûdmend û bibandor hatîye damezrandin, ku li ser bawerîya dualî û nirxên hevpar hatîye avakirin.Ewî amadebûna Fransîyayê ji nû ve piştrast kirîye ku bi berdewamî hewl bide kûrkirina hevkarîyê, pêkanîna destpêşxerîyên nû û xurtkirina hevkarîya dualî  ji bo berjewendîya her du gelan.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button