H’emû nûçeSereke

Ajansa rûsî hatîye xapandin: xwe avîtine şerê li dijî “korîdora amêrîkî”: Arsên Torosyan

Parlamentarê mecîlîsa neteweyî ya ji fraksîyona “Peymana sîvîl” Arsên Torosyan, bawer dike ku “ajansa Rûsyayê hatîye xapandin”.

“Beşeke mezin ji spêktrûma sîyasî ya Ermenîstanê çend sal in daxuyanîya 9 ê mijdarê bi kar tînin, kef ji devê xwe derdixin û dibêjin ku dabînkirina “korîdoreke rûsî” neçar e, û her ku em zûtir bikin, ew qas çêtir e”.

Bê guman, 4 salên dawî îzbat kirin ku ji prînsîpên me yên îlankirî dûrketin çênabe: yekparçeya axê, serwêrî, dadwerî û beramberîhevî. Û qet ne girîng e ku ev prînsîp bi kê re potênsîyal têne binpêkirin.

Niha tevahîya ajansa rûsî xwe avîtîye nav şerê li dijî “korîdora amêrîkî”. Ew îdî nabêjin ku divê ew zû dev jê berdin yan na ew ê bibe karesatek, ji ber ku li gorî wan, yê ku wê digire îdî ne Rûsyayê ye, lê Dewletên Yekbûyî Amêrîkayê  ye.

Ev hemû careke din îzbat dike ka bi rastî kê dixwaze korîdoreke derveyî erdê bide û ew dixwazin bidin kê.

“Ajansa rûsî dixwaze korîdoreke di nav axa Ermenîstanê re bide Rûsyayê, û desthilatdarên heyî dixwazin ku hemû rê di çarçoveya 4 prînsîpên jorîn de bên vekirin”,-Torosyan nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button