H’emû nûçeSereke

Heger tora Ermenîstanêye êlêktrîkî  bê neteweyîkirin, Samvêl Karapêtyan wê tezmînat werbigire: wezîr:CivilNet

Heger tora Ermenîstanêye êlêktrîkî neteweyî bibe yan jî bibe ya dewletê, bê guman wê Samvêl Karapêtyan tazmînat werbigire. Derheqa wê yekêda wezîra dadê Srbûhî Galyanê  di hevpeyvîna bi CivilNet ê re gotîye, û tekez kirîye ku pêvajoyên weha tenê bi rêya qanûnê bi rêya tazmînatê dikarin bên meşandin.

“Heger mesele bigihîje dewletbûnê yan neteweyîbûnê, yan jî veguhestina xwedîtîyê li ser bingeha naskirina berjewendîyeke serdest, bê guman wê bê tezmînkirin”,- wezîrê gotîye.

Li gorî wê, li Ermenîstanê heta di daxuyanîyên sîyasî yên herî tûnd de jî, qet pirsek nehatîye kirin ku tezmînat neyê dayîn: “Tu carî, heta di daxuyanîyên sîyasî yên herî tund de jî, behsa wê yekê nehatîye kirin ku tezmînat nayê dayîn”.

Karsaz Samvêl Karapêtyan ji sala 2015 a vir ve torên Ermenîstanêye  êlêktrîkê   birêve dibe, dema ku “Koma Taşîr” ya ku ewî damezrandîye hevaltî ji “Întêr RAO” ya rûsî kirye.

Wezîrê tekez kirîye ku bingeha nakokîya veberhênanê vedigere ser vê pirsê ka gelo dewlet dikare zirarê bide xwedîyan. Lê belê, li gorî wê, armanca dewletê ne ew e ku zirarê bide.

Galyanê gotîye: “Dewlet naxwaze zirarê bide, dewlet xwesteka berevajî vê yekê heye.Heger dewlet bêje ku ew dixwaze zirarê kêm bike, rîskan birêve bibe, rê li ber hilweşîna mûhtemel bigire, rê li ber sabotajê bigire, nîyeta zirarê nede xwedîyê wê”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button