SerekeSîyasî

Human Rights Watch: divê hukumeta Îraqê êrîşên li ser Herêma Kurdistanê rawestîne

Rêkxistina Human Rights Watch ê ragihandîye: “Êrîşên bi dronan ji alîyê komên mîlîşyayan yên neqanûnî ve li ser pênc zevîyên pêtrolê yên Herêma Kurdistanê û rehînekirina mûçeyan mûçexuran zirareke cidî daye hilberîna ênêrjîyê û fermanberên Herêma Kurdistanê”.

Rêkxistina Human Rights Watchê daxuyanîyek parve kirîye û tê de gotîye: “Êrîşên bi dronan nakokîyên di navbera Bexdayê û Hewlêrê de dirêjtir dikin. Di çarçoveya van nakokîyan de, Bexdayê mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê rawestandine”.

Rêkxistina navbirî tekez jî kirîye: “Divê rayedarên fêdêral yên Iraqê û Herêma Kurdistanê lidûçûnê ji bo êrîşên bi dronan bikin û nehêlin zêdetir êrîş li ser jêrxaneya ênêrjîyê bên kirin û ji dana mûçeyan bi tevahî û di dema xwe de piştrast bin”.

Wê rêkxistinê di daxuyanîyeke xwe de herwesa gotîye: “Rawestandina mûçeyan ji alîyê Bexdayê ve raste-rast bandor li ser dabînkirina xizmetên giştî yên girîng hebûye, di nav de jî çavdêrîya tenduristî û perwerdê”.

Rêkxistina Human Rights Watch ê amaje jî daye ku, êrîşên bi dronan metirsîyê li ser jêrxaneya ênêrjîyê ya Herêma Kurdistana Îraqê çê dikin û raste-rast bandorê li êlêktrîkê dikin.

Rêkxistina navbirî tekez jî kirîye:“Divê ew bi nîyeteke baş serederîyê bikin da ku mafên aborî, civakî û çandî yên şênîyan peyda bikin û herwesa serpişkîyê bidin dana mûçeyan da ku ji bidestxistina xizmetên giştî yên şênîyan piştrast bibin”.

Lêkolera Îraqê di rêkxistina Human Rights Watch ê de Sara Sênbêrê jî gotîye: “Wêrankirina bi zanebûn ya jêrxaneya pêtrolê wê bandoreke cidî û xeternak li ser bidestxistina xizmetên giştî yên şênîyên Herêma Kurdistanê ve bike. Bi hezaran mamoste, bijîşk û pêristar nikarin xercîyên xwe yên rojane peyda bikin ji ber ku mûçeyên wan ji ber nakokîyên sîyasî hatine rehînekirin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button