H’emû nûçeSereke

Ermenîstan di îndêksa karîgerîya jîngehê de ji Adirbêcanê derbaz bûye, lê ji Gurcistanê  paş ketîye

Li gorî îndeksa karîgerîya jîngehê, Ermenîstan ji Adirbêcanê derbaz bûye, lê di van nîşanan de ji  Gurcistanê paş ketîye.

Ev yek ji hêla daneyên Worldpopulationreview ve tê îzbat kirin.

Her ku îndêks bilindtir be, ew qas welat di kêmkirina bandorên guherîna avhewayê de baştir dixebite.

Bo nimûne, îndêksa Ermenistanê 44.9 e, lê ya Gurcistanê 47.3 e.

Îndêksa Adirbêcanê 40.5 e, ya Îranê 41.8 û ya Tirkîyayê jî 37.2 ye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button