SerekeSîyasî

“Vandalîzm li ser asta dewletê”: Zatûlîn li ser hilweşandina heykelê Ayvazovskî li Arsaxê

Hovhannês Ayvazovskî li Stêpanakêrtê ya dagirkirî mînakeke vandalîzma dewletê ya rayedarên Adirbêcanê ye. Derheqa wê yekêda cîgirê serokê komîtêya kar û barên Hevalbendîya Welatên Serbest ya dûma dewletê, Konstantîn Zatûlîn di kanala xwe ya Telegramê de nivîsîye.

Ajansa geştîyarîyê û pêşxistina çandî ya Arsaxê ragîhandîye ku heykelê Ayvazovskî, ku  sala 2021 a de hatibû danîn, hatîye hilweşandin.

Li gorî Zatûlîn, ev kiryarek barbar e, bêaqilîyeke eşkere ye.Ewî bi bîr xistîye ku Ayvazovskî jêhatîyek cîhanî ye, ku hem li împêratorîya Rûsyayê û hem jî li derveyî sînorên wê dihat qedirgirtin.

Ewî her wiha destnîşan kirîye ku li Adirbêcanê di asta fermî de, têorîya ku tê gotin heykelên dîrokî û çandî yên Arsaxê, di nav de keşîşxaneyên sedsalên 6-12 a, bi esilê xwe ne ermenî ne, tê raberkirin.

Xudanê vî heykelî Salavat Şçêrbakov e, heykelzanekî navdar û xudanê hejmareke bîranînên ji bo ermenîyên navdar. Karê wî ne tenê ji bo wênesazê mezin yê deryayî, lê di heman demê de ji bo têkilîyên çandî yên Arsaxê bi mîrata ermenî û cîhanê re jî hatîye veqetandin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button