
Parlamêntarekî DEM Partîyê Omer Farûk Gergerlîoglû gotîye ku heger rêberê PKK ê Abdûllah Ocalan neyê berdan jî, wê pêvajoya çareserîyê serkeftî be.
Gergerlîoglû her wiha amaje bi wê yekê jî kirîye ku heger derbarê statûya kurdan de li Sûrîyayê lihevkirin çênebe, wê pêvajoya çareserîyê li Tirkîyayê têk biçe.
Parlamenterê DEM Partîyê yê Kocelîyê Omer Farûk Gergerlîoglû bû mêvanê nûçegîhanê Rûdaw ê û derbarê bipêşketinên dawî yên pêvajoya çareserîyê de axivîye.
Gergerlîoglû gotîye:”Heger em li gel desthilatê rûnên û gotûbêjê bikin, ez bawer im em dikarin vê bêbawerîyê derbaz bikin.
Heger em têkilîyên xwe bi pêş bixin, em dikarin hinek gavan biavêjin”.
Parlamenterê DEM Partîyê da zanîn ku heger rêberê Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdûllah Ocalan neyê berdan jî, wê pêvajo serkeftî be û gotîye:
“Ocalan bi xwe negotîye ku ji bo serxistina pêvajoyê divê ez bêm berdan lê belê rewşa wî ya li Îmralîyê dikare baştir bibe”.
“Heger li ser statûya kurdan lihevkirin çênebe wê pêvajo têk biçe”.
Derbarê bandora bipêşketinên Sûryayê yên li ser pêvajoyê, Gergerlîoglû amaje bi wê yekê kirîye ku heger li ser mijara statûya kurdan ya li Sûryayê lihevkirin çênebe, wê pêvajoya çareserîyê li Tirkîyayê têk biçe û wiha anîye zimên:
“Bipêşketinên li Sûrîyayê cîhê dilgiranîyê ne. Heger li Sûryayê lihevkirin çênebe, pêvajoya Tirkîyayê têk diçe. Ev yek gelekî bi zelalî tê dîtin.
Di pêvajoya yekem ya çareserîyê de jî, dema her tişt baş diçû, pirsa Sûryayê derket holê û pêvajo têk çû.
Di vê pêvajoyê de jî, heger li Rojavayê û Sûryayê derbarê bidestxistina statûyekê de lihevkirin çênebe, ez bawer nakim ku pêvajoya Tirkîyayê bi pêş ve biçe”.
Pêvajoyên çareserîyê
Sala 2013 a de pêvajoya çareserîyê li Tirkîyayê ji bo bidawîkirina şerê çend dehsalan yê di navbera PKK ê û wî welatî de dest pê kir û heta sala 2015 a berdewam kir.
Pêvajoya çareserîyê ya vê carê li Tirkîyayê çirîya pêşin ya sala borî de bi destpêşxerîya serokê Partîya Tevgera Neteweperest (MHP) Dêvlêt Bahçêlî dest pê kirîye.
Bi mebesta serxistina pêvajoyê, Abdûllah Ocalan 27 ê sibata îsal de daxwaz ji partîya xwe kirîye ku kongreyê li dar bixe, xwe fesix bike û çekan deyne.
PKK ê di navbera 5-7 ê gulana îsal de, kongreya xwe ya 12 emîn saz kirîye û biryara bidawîkirina têkoşîna çekdarî û xwefesihkirinê da.
Roja 11 ê tîrmeha îsal, 30 gerîlayên PKK ê di merasîmekê de li şikefta Caseneyê li navçeya Sûrdaşê ya ser bi parêzgeha Silêmanîyê, bi awayekî sembolîk û wek “nêtpakîyekê” çekên xwe şewitandin.







