H’emû nûçeSereke

Ava şîrîn bi rêjeyeke metirsîdar winda dibe

Navenda hîdromêtêorolojî û çavdêrîyê radigihîne ku daneyên ji çavdêriyên satelîtê nîşan didin ku windabûna ava şirîn ji sala 2002 a vir ve ji ber guherîna avhewayê, hişkesalîyê û karanîna neaqilane ya ava binê erdê bêhempa ye.

Lêkolîneke ku di kovara Science Advances de hatîye weşandin hişyarîyê dide li ser derketina holê ya çar herêmên “mega-hişk” li nîvkada Bakur. Herêmên hişk yên li ser erdê her sal berfireh dibin û qadeke du qat mezintir ji Kalîforniyayê digirin, û şêwazên hîdrolojîk yên damezrandî diguherînin.

Lêkolînê dît ku xala werçerxê di salên 2014-2015 a de çêbûye, ku wek serdema “mega El Nino” tê hesibandin. Di encamê de, pirbûna bûyerên tundrew yên avhewayê zêde bûne. Di heman demê de, karanîna ava binê erdê zêde bûye.

Lêkolînan dîtiye ku ji sala 2002 a vir ve tenê tropîk berdewam şil dibin, ku ev yek ji hêla modelên avhewayê yên panela guherîna avhewayê ya navdewletî ve nehatiye pêşbînîkirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button