H’emû nûçeSereke
«Sunrise in Armenia» di bernameyên têlêvîzyonê yên navneteweyî yên Paramount Pictures de cih digire

Komîtêya tûrîstîyê ya Komara Ermenîstanê agahdar dike ku fîlma BBC ê “Sunrise in Armenia” di bernamêyên têlêvîzyonê yên navneteweyî yên Paramount Pictures de tê nîşandan.
Fîlm, ku behsa xweza, mîrata çandî û taybetmendîyên Ermenîstanê dike, di nav bernameyên ku temaşevanîya wan zêde bûye hatîye weşandin û rêjeya temaşekirinê ya 98.5 selefê bi dest xistîye, ku ji navînîya cîhanî derbaz bûye.
Komîtêya tûrîzmê di daxuyanyekê de gotîye: “Em piştrast in ku ev hevkarî wê bibe alîkar ku xuyabûna geştîyarîya Ermenîstanê zêde bibe û derfetên nû ji bo pêşxistina sêktorê biefirîne”.







