H’emû nûçeSereke

Karmendên serokwezîr hûrgilîyên serdana Paşînyan bo muzêya Incîlê li Wasîngtonê dane

Serokwezîr Nîkol Paşinyan ku bi serdana xebatê li Dewletên Yekbûyîye, serdana muzêya Incîlê ya li Waşîngtonê kirîye.

Wek ku ji ofîsa serokwezîr ji «Armenpress » ê re hatîye ragihandin, serokwezîr, digel rêveberê giştî yê muzêyê Aaron Ross, li muzêyê gerîyaye û bi pêşangehan bûye nas. Di muzêyê de her wiha pêşangehên mîrata ermenî ya Xiristiyanî, û her wiha Incîla kevinar ya ermenî jî hatine raber kirin.

Serokwezîr Paşînyan destnîşan kirîye ku ew ji pêşangehên li muzêyê hatine  raberkirin bandor bûye û nusxeyek ji destnivîsa wênesazkirî ya serdema navîn ya Grîgor Narêkasî  pêşkêşî muzêyê kirye.

Ew yek ji kevintirîn mînakên pirtûkek dua ya navdar ya cîhanê ye. Ya orîjînal sala 1173 a de li Kîlîkyayê ji hêla nivîskar û wênesazê navdar Grîgor Skêvrasî ve, bi fermana îlahiyatê mezin yê ermenî Nersês Lambronasî, hatiye nivîsarê. Destnivîs wek yek ji şaheserên bêhempa yên hunera nivîskî û mînyaturî ya ermenî di Matênadaranê de tê parastin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button