
Di daxuyanîya ku 8 ê tebaxê li Waşîngtonê hatîye îmzekirin, Ermenîstanê û Adirbêcanê dîyar kirine ku ew ê li dijî hev îdîayên axê nekin. Li gorî “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan ragîhandîye, dema ku weşana zindî bersiva pirsa rojnamevan daye, û her weha behsa formûlasîyona ajansa medyayî ya “Armenia Today” ê kirîye, “Syûnîkê Dewletên Yekbûyî re kirê bikin”.
Nîkol Paşinyan tekez kirîye:”Kirêkirina herêma Syûnîkê: çawa formûlasîyoneke wisa dikare ji bîra kesîra derbaz bibe? Mijara kirêkirina axê tune. Herêma Syûnîkê beşeke ji Komara Ermenîstanê bûye û wê berdewam bike. Ez difikirim ku ew mijar bi giştî hatîye girtin. Em dikarin bêjin ku bi daxuyanîya îmzekirî re, me bi du alî tomar kirîye ku Ermenîstan wê ji Adirbêcanê îdîayên axê neke û Adirbêcan wê ji Ermenîstanê îdîayên axê neke”.
Serokwezîr her wiha pirsa gelo di rewşa zêdebûna rageşîya di navbera Amêrîkayê û Îranê de Syûnîk wê bibe qadeke destpêkirina êrîşeke li ser Îranê jî nirxandîye.
Nîkol Paşînyan gotîye:”Heger em li dû texmînan biçin, bi tevahî her hîpotêzek dikare bê raber kirin. Ji ber vê yekê divê em çi bikin da ku em tevlîhev nebin û winda nebin? Divê em xwe bispêrin tiştên ku hatine nivîsandin, îmzekirin û berê hatine weşandin. Piştî xwendina wê nivîsê, tu pirs yan fikarên weha çênabin. Di vê projeyê de qet hêz, pêkhateya leşkerî tune ye, û bi tenê pirsek jî tune ye”.







