H’emû nûçeSereke

Paşînyan pirsa kê wê ewlehîya rêya Tramp mîsoger bike bersivandîye

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan pirsa ku kê wê ewlehîya rêya Tramp mîsoger bike, ku wê bi danezana hevbeş ya ku ji hêla Ermenîstanê, Adirbêcanê û Dewletên Yekbûyî ve hatîye îmzekirin bê efirandin, zelal kirîye.

Li gorî “Armenpress” ê, Paşînyan li civîna çapemenîyêye  li Wasşîngtonê tekez kirîye ku di çarçoveya serwêrî, dadwarî û yekparçeya axê de, ewlehî li ser axa Ermenîstanê ji hêla Ermenîstanê ve, li ser axa Adirbêcanê jî ji hêla Adirbêcanê ve tê mîsogerkirin.

“Lê belê dema ku em tên ser modêlên rêveberîya karsazîyê, ez dixwazim vê yekê bêjim. Mînak, balafirgeha “Zvartnos” ê xwedî xizmeta xwe ya ewlehîyê ye. Ango, hevaltî xwedî xizmeta xwe ya ewlehîyêye, bank xwedî xizmetên ewlehîyê ne, ez piştrast im ku rîya Başûrê Kafkasyayê xwedî xizmeta xwe ya ewlehîyê ye. Lê çalakîyên van xizmetan bi tu awayî ji çalakîyên sazîyên sepandina qanûnê yên Ermenîstanê û sazîyên dewlet û rêveberîya herêmî bi giştî derbaz nabin û nikarin jî derbaz bibin. Mebesta min ew e ku bi gotina ewlehî, divê em fêm bikin ka mebesta me çi ye.

Paşînyan tekez kirîye ku dadwarî, serwêrî, yekparçeya axê tê vê wateyê ku tenê qanûnên Komara Ermenîstanê li ser axa Komara Ermenîstanê derbazdar in, û ev tomareke pir girîng e. Ez dubare dikim ku wê veberhêner û hevaltîyên veberhênanê hebin. Dibe ku ev hevaltîyên veberhênanê xwedî xizmetên ewlehîyê bin, xizmetên ewlehîyê yên wek ku îro dibe ku bi hezaran hevaltî li Ermenîstanê hene, lê ev bi tu awayî hêz û çalakîyên polîsên Ermenîstanê, xizmeta ewlekarîya neteweyî û pergala dadwarîyê sînordar nake.

Paşînyan behsa nêzîkatîyên Ermenîstanê û Adirbêcanê yên li hember mêxanîzmên rakirina dorpêçê kirîye û destnîşan kirîye ku li wir hin cudahî hene, ji ber ku Ermenistan dixwaze veberhênerên bîyanî bikişîne, û veberhênerên bîyanî bi modêlên rêveberiya karsazîyê re eleqedar in. Adirbêcan, dibe ku ji ber ku astengîyên wê yên darayî yên girîng nînin, bi vê yekê re eleqedar nabe. Dibe ku ji ber ku Adirbêcan xwedî rîya hesin pir çalak e, borîyên gazê hene, borîyên pêtrolê hene. Mînak, em ne xwedî şîyana birêvebirina borîyeke pêtrolê ne, ji ber ku  borîyeke pêtrola me tune. Dewletên Yekbûyî û hevkarên din yên potênsîyal xwedî vê şîyanê ne. Em niha di dema avakirina dibistanekê de rastî pirsgirêkan tên, xeyal bikin ka em ê di dema avakirin û birêvebirina borîyeke pêtrolê de çi pirsgirêkan bibînin, û ew der e ku pirsgirêk wê dest pê bikin, dema ku ew dest bi sûcdarkirina me dikin ku me sozek girtîye ser xwe, rêyan vekin, soz daye û nekarîye wan sozan bicîh bîne.

Ji alîyekî din ve, em dikarin veberhênerên din vexwînin, lê veberhênerên din jî hin garantîyên veberhênanê dixwazin. Niha, bo nimûne, hebûna Dewletên Yekbûyî û navê serok Tramp jî bawerîyek veberhênanê dide veberhêneran. Û em dixwazin hebûna wî navî li Ermenîstanê bawerîya veberhênerên potênsîyal mezintir bike ku gengaz e ku li Ermenîstanê veberhênan bê kirin. Ez ji we re piştrast dikim ku di encama van hemûyan de, hemî nirxandinên veberhênanê yên Ermenîstanê wê zêde bibin, ew niha zêde dibin”,- serokwezîrê Ermenîstanê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button