H’emû nûçeSereke

Pêvajoya çareserîyê ya Ermenîstan-Adirbêcanê li dijî tu welatekî sêyemîn nîne: Vahan Kostanyan

Di hevpeyvîneke li gel radyoya Giştî, cîgirê wezîrê Ermenîstanêyî karên der Vahan Kostanyan destnîşan kirîye ku danezana ku li Waşîngtonê hatîye îmzekirin û xurtkirina hevkarîya stratêjîk ji rêveberîya bilind ya Amerîkayê garantîyên zêdetir distîne.

Li gorî Kostanyan, di dema veguheztina ji rêveberîya Baydên bo rêveberîya Trump, serokatîya nû ya Dewletên Yekbûyî di têkiliyên asta bilind yên pêşîn de parastina formata hevkarîya stratêjîk bi Ermenîstanê re ji nû ve piştrast kirîye. “Bi sê belgeyên girîng yên ku duh hatine îmzekirin, ev format lêzêdekirinên girîng wergirtîye” ewî gotîye.

Kostanyan behsa metirsîyên pêkanîna belgeyê kirîye û destnîşan kirîye ku ew ji belgeyên ku berê hatine îmzekirin cuda ye, ji ber ku ji hêla serokatîya bilind ya Dewletên Yekbûyî ve tê rêfêrans kirin û garantî kirin. Kostanyan gotîye:”Ermenîstanê berê û îro jî bi xebateke mezintir rojeva aştiyê pêş xistiye, ku divê aramîya li Kafkasya Başûr mîsoger bike û derfetên nû yên aborî ji bo Ermenîstanê û dewletên cînarên me biefirîne”.

Kostanyan behsa berteka muhtemel ya Îranê kirîye û destnîşan kirîye ku aramîya sînorê Ermenîstanê-Îranê her tim xaleke hevpar ya siyasî ya girîng di navbera herdu welatan de bûye.

Ewî tekez kirîye ku “Hukumeta Ermenîstanê bi tevahî ji hesasîyetên Îranê haydar e û bi hevkarên xwe yên îranî re di gotûbêjên berdewam de ye. Di serdana serokkomarê Îranê ya pêşerojê de, serokwezîrê Ermenîstanê û serokkomarê Îranê wê diyalogeke eşkere û samîmî bikin da ku hemî fikarên heyî çareser bikin”.

Di derbarê bersiva Rûsyayê de, Kostanyan destnîşan kirîye ku Ermenîstan hêvî dike ku hemî hevkar, tevî Rûsyayê, fêm bikin ku îmzekirina dêklarasyonê û xebata ku ji bo normalîzasîyakirina têkiliyên Ermenîstanê-Adirbêcanê tê kirin, li dijî tu welatekî sêyemîn nîne.

“Cînarên me yên nêzîk û dewletên din yên herêmê, di nav de Rûsya jî, wê ji rakirina dorpêça herêmî sûd werbigirin”,-ewî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button