SerekeSîyasî

Tramp ragîhandîye ku ew ê piştgirîyê bide azadkirina girtîyên ermenî yên li Adirbêcanê

Serokê Amêrîkayê Donald Tramp ragîhandîye ku ew ê piştgirîyê bide berdana 23 girtîyên ermenî yên ku li zindanên Adirbêcanê nin. Li gorî “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda  Donald Tramp  di hevdîtina xwe ya bi serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşinyan re li qesira Sipî ragîhandîye. “Hûn behsa 23 xiristîyanan dikin? Ez ê jê hîvî bikim (dibe ku behsa serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêv dike) ku vê yekê bike. Ez difikirim ku ew ê ji bo min bikin. Ev girîng e, ne usaye?” Tramp gotîye.

Em bi bîr bînin ku di civîna çapemenîyê de li Waşîngtonê, serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan gotîye ku ew di hemû civînan de mijara dîlên şer yên ermenî yên li Adirbêcanê di asta herî bilind de tîne ziman.

Bidine kifşê ku Adirbêcan bi fermî mayîna nêzîkî 23 dîlên şer yên ermenî piştrast dike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button