
Piştî ku agahî derket holê ku Beku li ser rakirina moratoryûma li ser dabînkirina çekan bo Ûkraînayê difikire, dûma dewletê dest bi axaftina li ser tundkirina sîyaseta xwe ya li himberî Adirbecanê kirîye.
Andrêy Gûrûlyov, endamê komîtêya sîyaseta herêmî ya dûmayê, piştî rêze daxuyanîyên girîng (mînak, li ser êrîşa atomî ya li ser Dewletên Yekbûyî) ji komîtêya parastinê hate veguhastin û bi gotina helwesta parlamenteran hate spartin. Di peyama xwe ya vîdyoyî de, cîgir, di bersiva biryara Bekûyê ya şandina alîkarîya mirovî bo Ûkraînayê de, dîyar kirîye ku dibe ku rayedar êmbargoyekê li ser peydakirina kelûpelên Adirbêcanê bo Rûsyayê ferz bikin.
Gûrûlyov gotîye:”Ne aqilane ye ku meriv têkilîyên xwe bi cînareke mezin wek Rûsyayê re xirab bike. Heger li ser refikên firotgehên Rûsyayê berhemên Adirbêcanê tune bin, ji bo me tiştek naguhere, lê ji bo wan gelek tişt wê biguherin”. Ewî her wiha îşaret kirîye ku dezgehên sepandina qanûnê yên Rûsyayê dibe ku berdewam bikin bi zulm û zorê li nûnerên dîyasporaya adirbêcanî yên ku li ser axa Rûsyayê karsazîyê dikin. “Ev dikare bi awayekî din jî bê kirin. Opêrasyona leşkerî ya taybet konsêpteke dirêjkirî ye. Ew li seranserê sînorê Rûsyayê dirêj dibe”.
Serokkomarê Adirbêcanê Îlham Elîyêv 10 ê tebaxê ferman da ku 2 mîlyon dolar ji fonda rêzêrvê ji bo kirîna alavên êlêktrîkê yên li Adirbêcanê ji bo Ûkraînayê hatine hilberandin “bi armanca dabînkirina alîkarîya mirovî” bê veqetandin.
Li gorî çavkanîyên Caliber, dibe ku Beku qedexeya li ser dabînkirina çekan bo Ûkraînayê wek bersivek li ser êrîşa Rûsyayê ya li ser tesîsên hevaltîya dewletê ya Adirbêcanê SOCAR li herêma Odêsayê şeva 7-8 ê tebaxê de rake. Çavkanîyê gotîye ku ev biryar wê bê dayîn heger Moskva “sîyaseteke êrîşkar” li dijî berjewendîyên Bekuyê bidomîne.
Meha tîrmehê de, Elîyêv bersiva pirsekê da derbarê şîreta wî ya ji bo Ûkraînayê û ji Kîêvê xwest ku “qet bi dagirkerîyê razî nebe”, û dagirkirina Rûsyayê bi nakokîya li ser Qerebaxê re berawird kir. Berdevkê Krêmlê Dmîtrî Pêskov bersiv daye û gotîye ku Moskva bi helwesta Adirbêcanê razî nîne lê hêvî dike ku nakokîyên di navbera her du welatan de bên çareserkirin.







