H’emû nûçeSereke

Tramp li ser hevdîtina xwe ya bi Paşînyan û Elîyêv re difikire: ew îdî hevalên min yên baş in

Serokê Amêrîkayê Donald Tramp, careke din behsa hevdîtina xwe ya bi serokwezîr Nîkol Paşînyan û serokkomar Îlham Elîyêv re li Waşîngtonê  8 ê tebaxê de kirîye û serokên Ermenîstanê û Adirbêcanê wek “rêberên mezin” û “dostên xwe yên baş” bi nav kirîye. Li gorî «Armenpress» ê, ewî li ser platforma xwe ya Truth Social ê  nivîsar li ser vê yekê nivîsandîye.

Serokê qesira Sipî nivîsîye: “Ji bo min şerefeke mezin bû ku ez li gel serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan û serokkomar Îlham Elîyêv yê Adirbêcanê bûm dema ku me piştî dehsalan şer û mirinê peymanek aşîtîyê îmze kirîye. Ew du mirovên ecêb û rêberên mezin in. Ew niha hevalên min yên baş in”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button