H’emû nûçeSereke

Wezîreta karên der metna fermî ya peymana ku di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de hatîye îmzekirin weşandîye

Wezîreta Ermenîstanêye karên metna fermî ya peymana ku di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de hatîye îmzekirin weşandîye.

“Armenpress” wê bi tevahî raber dike:

Peymana li ser avakirina aşîtî û têkilîyên navdewletî di navbera Komara Ermenîstanê û Komara Adirbêcanê de

Komara Ermenîstanê û Komara Adirbêcanê (ku ji vir ve wek alî têne binavkirin),

pêdivîya lezgîn ya avakirina aşîtîyeke dadmend, berfireh û mayînde li herêmê nas dikin,

dixwazin bi rêya avakirina têkilîyên navdewletî beşdarî pêkanîna vê armancê bibin,

bi rêberîya peymana Neteweyên Yekbûyî, danezana li ser prînsîpên hiqûqa navneteweyî ya li ser têkilîyên dostane û hevkarîya di navbera dewletan de li gorî Peymana Neteweyên Yekbûyî (sala 1970 yî), peymana dawî ya konfêransa Hêlsînkîyê ya li ser ewlehî û hevkarîya li Avropayê (sala 1975 a) û danezana Almatî ya 21 ê kanûna pêşin ya sala 1991 ê, û bi armanca pêşxistina têkilîyan li ser bingeha norm û prînsîpên ku di belgeyên jorîn de hatine bicîhkirin,

bi nîşandana îradeya xwe ya hevbeş ji bo avakirina têkilîyên cînartîya baş di navbera xwe de,

li ser bingeha jêrîn li hev kirin ku di navbera xwe de aşîtî û têkilîyên navdewletî ava bikin:

                                      BEND 1

Bi piştrastkirina ku sînorên di navbera Komarên Sosyalîst yên Sovyêtê yên berê yên Yekîtîya Sovyêtê de bûne sînorên navneteweyî yên dewletên serbixwe yên têkildar û ji hêla civaka navneteweyî ve wek usa hatine nas kirin, alî serwêrîya hev, yekparçeya axê, neşikandina sînorên navneteweyî û serxwebûna sîyasî ya hev nas dikin û wê rêzê li wan bigirin.

                                   BEND II

Bi tevahî li gorî benda I, alî piştrast dikin ku tu îdîayên wan yên axê li dijî hev nînin û wê di pêşerojê de îdîayên weha nekin. Alî wê tu tedbîran negirin, tevî plansazkirin, amadekirin, teşwîqkirin û piştgirîya çalakîyên weha, ku armanca wan parçekirin yan têkbirina yekparçeya axê yan yekîtîya sîyasî ya alîyên din bi tevahî yan qismî be.

                                     BEND III

Alîyên têkildar wê di têkilîyên xwe yên hevbeş de ji bikaranîna hêzê yan gefên bikaranîna hêzê li dijî yekparçeya axê yan serxwebûna sîyasî ya alîyê din, yan bi her awayekî din ku bi Peymana Neteweyên Yekbûyî re ne lihevhatî ye, dûr bisekinin. Ew ê destûrê nedin ku tu alîyeke sêyemîn axên wan yên têkildar ji bo bikaranîna hêzê li dijî alîyê din bi awayekî ku bi Peymana Neteweyên Yekbûyî re ne lihevhatî ye bikar bîne.

                                BEND IV

Alî wê ji destwerdana karûbarên navxweyî yên hev dûr bisekinin.

                                  BEND V

Di nav-rojan de piştî danûstandina agahdarîyên her du alîyan ku prosêdûrên wan yên navxweyî ji bo pejirandina vê Peymanê qediyane, alî wê li gorî bendên Peymanên Vîênayê yên li ser têkilîyên dîplomatîk û konsûlxanê (bi rêzê ve sala 1961 ê û sala 1963 a) têkilîyên dîplomatîk bi hev re saz bikin.

                                     BENDA VI

Bi tevahî li gorî erkên xwe yên di bin benda I ya vê peymanê de, alî wê bi nîyeta baş di navbera komîsyonên sînor yên têkildar de, li gorî rêziknameyên ku ji hêla komîsyonan ve li hev hatine kirin, danûstandinan bikin, da ku peymanek li ser destnîşankirin û destnîşankirina sînorê dewletê di navbera alîyan de bê çêkirin.

                                    BENDA VII

Alî wê hêzên tu alîyekî sêyemîn li ser sînorê xwe yê hevpar bicîh nekin. Alî wê, heta ku sînorê xwe yê hevbeş bê destnîşankirin û piştre bê destnîşankirin, tedbîrên ewlehî û avakirina bawerîyê yên ku li ser wan li hev hatîye kirin, di nav de di warê leşkerî de jî, bi armanca mîsogerkirina ewlehî û aramîyê li deverên sînor, bicîh bînin.

                                   BENDA VIII

Alîyan bêtehamûlî, nefret û cudakariya nijadî, cudaxwazî, tundrewîya tûndûtûj û têrorîzmê di hemî awayên wan de şermezar dikin û wê li dijî wan şer bikin, her yek di çarçoveya desthilata xwe de, û wê bicîhanîna erkên navneteweyî yên ku ji bo wan derbaz dibin mîsoger bikin.   

                                  BEND IX

Alî soz didin ku dozên kesên winda û windabûnên bi zorê di pevçûyînên çekdarî de ku her du alî tê de ne, çareser bikin, di nav de bi danûstandina raste-rast yan jî, heke guncaw be, bi hevkarîya rêxistinên navneteweyî yên têkildar, hemî agahdarîyên berdest yên li ser van kesan. Alî bi vê yekê girîngîya dîyarkirina çarenûsa van kesan, di nav de lêgerîn û, heke guncaw be, vegerandina termên wan, û mîsogerkirina ku edalet bi lêpirsîneke guncaw ji wan re bê kirin, wek rêbazek ji bo lihevhatin û avakirina bawerîyê, nas dikin. Rêziknameyên guncaw di vî warî de wê bi peymaneke cuda bi hûrgulî bên danûstandin û li hev kirin.

                                     BEND X

Alî dikarin di warên cuda yên berjewendîya hevbeş de, di nav de hevkarîya aborî, transît û veguhastin, jîngeh, mirovî û çandî, peymanan îmze bikin.

                                BENDA XI

Ev peyman maf û erkên partîyan li gorî qanûnên navneteweyî û peymanên ku her  alîk bi dewletên endam yên din yên Neteweyên Yekbûyî re îmze kirine, sînordar nake. Her  alîk wê piştrast bike ku tu rêkeftineke navneteweyî ya di navbera wê û tu alîyekî sêyemîn de bandorê li ser pêkanîna erkên wê yên li gorî vê peymanê nake.

                                    BEND XII

Alî wê di têkilîyên xwe yên dualî de bi qanûna navneteweyî û vê peymanê ve bên rêvebirin. Tu alî nikare bendên qanûna xwe ya navxweyî wekî hincetek ji bo nebicîhanîna vê Peymanê bikar bîne. Alî wê, li gorî Peymana Vîênayê ya li ser qanûna peymanan (sala 1969 a), heta ku ew bikeve merîyetê, ji her kiryarek ku wê armanc û armanca vê peymanê têk bibe dûr bisekinin.

                             BENDA XIII

Alî wê bicîhanîna tevahî ya vê peymanê mîsoger bikin û wê komîsyoneke dualî ava bikin da ku bicîhanîna vê peymanê bişopîne. Komîsyon wê li ser bingeha rêziknameyên ku wê ji hêla alîyan ve li ser li hev bikin, bixebite.

                                    BEND XIV

Bêyî ku bandorê li maf û erkên ku ji hêla alîyan ve li gorî qanûna navneteweyî û peymanên din yên ku wan di têkilîyên wan yên hevbeş de girêdidin, hatine girtin, alyan wê hewl bidin ku her nakokîyek di derbarê şîrovekirin yan sepandina vê peymanê de bi rêya şêwirmendîyên raste-rast, di nav de di çarçoveya komîsyona ku di Benda XIII de hatîye behs kirin de, çareser bikin. Heger şêwirmendîyên weha di nav şeş mehan de encameke ku ji bo her du partîyan qebûlkirî be dernexin, alî wê li rêyên din yên çareserkirina aştîyane ya nakokîyê bigerin.

                               BENDA XV

Bêyî ku zirarê bide benda XIV a, alî wê di nav mehekê de piştî ketina vê peymanê, her daxwaz, gilî, îtîraz, prosêdûr û nakokîyên navdewletî yên ku di her forûmeke qanûnî de têkildarî pirsgirêkên di navbera alyan de berî îmzekirina vê peymanê hatine anîn, vekişînin, betal bikin yan jî bi awayekî din çareser bikin, û wê van daxwaz, gilî, îtîraz, prosêdûran dest pê nekin û wê bi tu awayî tevlî daxwaz, gilî, îtîraz, prosêdûrên ku ji hêla tu alîyeke sêyemîn ve li dijî partîya din têne vekirin nebin. Alî wê bi tu awayî di warên dîplomatîk, agahdarî yan yên din de kiryarên dijminane yên li dijî hev nekin ku bi vê peymanê re ne lihevhatî ne, teşwîq nekin yan jî tê de nebin û wê ji bo vê armancê şêwirên birêkûpêk bikin.

                    BENDA XVI

Ev peyman wê bi danûstandina belgeyên agahdarkirinê yên temamkirina prosêdûrên navxweyî yên ku ji hêla qanûnên neteweyî yên alîyan ve têne xwestin, bikeve merîyetê. Ev peyman wê li gorî benda 102 a ya peymana Neteweyên Yekbûyî bê tomar kirin.

                    BENDA XVII

Ev peyman bi zimanên ermenî, adirbêcanî û îngilîzî hatîye nivîsarê, her sê nivîs jî bi heman rengî rast in. Di rewşa nakokîyek li ser wateya her bendê van nivîsan de, wê nivîsa îngilîzî serdest be.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button