
Ajansa nûçeyan ya Tasnim ê ragîhandîye ku wezîrê Îranêyî karên der Abas Araxçî tekez kirîye ku korîdora veguhastinê ya nû ku di encama peymana aşîtîyê ya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de tê pêşnîyarkirin, divê rê li ber gihîştina Îranê bo rêyên din yên transîtê negire.
Medyaya îranî ragîhandine ku Araxçî di peywendîyeke têlefonî de bi hevkarê xwe yê ermenî Ararat Mirzoyan re, îmzekirina peymana aşîtîyê di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de pêşwazî kirîye.
Wezîrê Îranêyî karên der gumanên xwe yên li ser rêyên veguhastinê anîye ziman û tekez kirîye ku korîdora nû, ku armanc dike Adirbêcanê bi Nexçêvanê ve girêbide û ji Dewletên Asmêrîkayêye Yekbûyî re 99 sala kirê kirîye ji bo pêşxistina wê rêyê li başûrê Ermenîstanê, divê nebe sedema guhertineke di jêopolîtîka herêmê de yan jî Îranê ji welatên din qut bike.
Araxçî tekez kirîye ku her biryar yan tedbîrek li ser vê mijarê divê li gorî parastina serwêrîya neteweyî û yekparçeya axa hemû welatan bê girtin. Li gorî nirxandina wî, her peyman yan bernameyek ji bo çêkirina korîdorekê divê pêdivîyên aramî û ewlehîyê yên dewletên herêmê bicîh bîne.
Tasnim tekez dike ku Mîrzoyan di berdêla peymana aşîtîyê ya welatê wî bi Adirbêcanê re û pêşketinên dawî yên têkildarî avakirina korîdoreke nû agahî da Araxçî.
Mîrzoyan girîngîya nêrînên Îranê li ser mijarên jêopolîtîk, aşîtî û aramîya herêmî, û her weha rêzgirtina ji bo serwêrîya neteweyî û yekparçeya axa Ermenîstanê tekez kirîye û piştrast kirîye ku Yêrêvan wê dema ku li ser rêyên veguhastinê biryarekê dide, aşîtîya herêmî û berjewendîyên hevbeş yên Îranê li ber çavan bigire. Mîrzoyan her wiha gotîye ku Ermenîstan parastina têkilîyên xwe yên dostane bi Îranê re, ku li ser bingeha cînartîya baş û berjewendîyên hevbeş in, dide pêşîyê.







