SerekeSîyasî

Protokol hatîye îmzekirin: Hewlêrê û Bexdayê li ser hinartina pêtrolê li hev kirine

Wezîreta çevkanîyên xwezayî ya hukumeta Herêma Kurdistanê ragîhandîye ku wana û wezîreta pêtrolê ya Îraqê li ser hinardekirina pêtrolê li hev kirîye.

Wezîreta çevkanîyên xwezayî ya hukumeta Herêma Kurdistanê di daxuyanîyekê de eşkere kirîye ku protokola rêkeftinê ji alîyê “23 kesayetîyên şandeyên her du alîyan ve hatîye îmzekirin û 17 ji wan endamên şandeya wezîreta pêtrolê ya Îraqê bûne”.

Li gorî daxuyanîyê, civîn 17 ê tîrmehê dest pê kirine û di wê demê de serdana hemû zevîyên pêtrolê yên Herêma Kurdistanê hatîye kirine.

Wezîretê daye zanîn ku piştî nirxandina pirsgirêkên têknîkî, 11 ê tebaxê li ser mêxanîzmaya hinartina pêtrolê rêkeftin hatîye kirin.

50 hezar bermîl ji bo navxwe

Li gorî rêkeftinê, rojane 50 hezar bermîl ji bo bikaranîna navxwe tê veqetandin û yên din jî li gorî berhema rojane radestî SOMO ê tê kirin.

Wezîreta çevkanîyên xwezayî dîyar kirîye, ji bo destpêkirina hinartina pêtrola Herêma Kurdistanê, tenê maye ku hökömeta fêdêral li gel Tirkîyayê gotûbêjan bike û prose bê bicihanîn.

17 ê tîrmehê, Îraqê û hukumeta Herêma Kurdistanê li ser pêtrolê û mûçeyê li hev kiribûn.

Li gorî wê rêkeftinê, divîyabû hukumeta Herêma Kurdistanê rojane 230 hezar bermîl radestî Bexdayê bike û di berdêla wê de jî hukumeta Îraqê ji bo berhemanîna her bermîlekê 16 dolaran bide kompanyayan.

Lijneya wezîran ya Îraqê di heman rojê de biryara şandina mûçeyê Herêma Kurdistanê dabû û di berdêla wê de divîyabû Herêma Kurdistanê 120 mîlyard dahata nepêtrolî radest bike.

Li gorî rapora wezîreta pêtrolê ya Îraqê, rojane li zevîyên pêtrolê yên Herêma Kurdistanê nêzîkî 130 hezar bermîl pêtrol tê berhemanîn.

Ev rêkeftina di navbera Hewlêrê û Bexdayê de di demekê de ye ku mûçexwerên Herêma Kurdistanê hîn mûçeyê meha hezîranê wernegirtine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button