SerekeSîyasî

Mezlûm Ebdî: Nuredîn Sofî di opêrasyona li dijî Bexdadî de roleke sereke list

Fermandarê giştî yê HSD ê Mazlûm Ebdî fermandarê HPG ê Nûredîn Sofî bi bîr anîye û gotîye: “Heval Nûredîn mohra xwe li tunekirina DAIŞ ê, opêrasîyona kuştina Bexdadî, berxwedana li Efrînê, Serêkanîyê, Girê Spî da”.

Mezlûm Ebdî her wiha gotîye: “Tevayî pêkhateyên Sûryayê minetdarê wî ne”.

HPG ê 11ê tebaxê ragîhandibû ku yek ji fermandarên wan yên payebilind Nuredîn Sofî  6 ê nîsana sala 2021 ê di êrişeke asmanî ya artêşa Tirkîyayê de canê xwe ji dest daye.

Fermandarê HSD ê Mazlûm Ebdî ji medyaya rêveberîya xweser behsa kesayet û têkoşîna Nûredîn Sofî kirîye.

Mazlûm Ebdî gotîye: “Heval Nûredîn ji malbateke welatparêz, bi nirxê exlaq û olî ve girêdayî bû.

Min û Nûredîn Sofî bi hev re li zanîngeha Helebê xwendîye.

Wê demê tevgera me ya şoreşgerî gihaştibû astekê. Xebatên me di zanîngehê de jî gihaştibûn astekê. Gelek alîgirên me çêbibûn.

Heval Nûredîn di demeke kurt de di nava xwendikarên kurd de hatîye nasîn. Demeke dirêj di nava xwendikaran de xebat daye meşandin û pêşengî kirîye.

Heval Nûredîn li Helebê diçû nava gelê kurd yê taxên Şêx Meqsûd, Eşrefiye, Heyderîyeyê û xebat dida meşandin”.

“Dixwest romana şoreşa Rojava binivîse”

Bi gotina Mezlûm Ebdî Nuredîn Sofî kesekî rewşenbîr bûye, ji nivîsandinê pir hez dikir û ewî dixwest roma şoreşa Rojavayê Kurdistanê binivîse.

Mezlûm Ebdî daye zanîn ku Nuredîn Sofî li Rojavayê Kurdistanê têkiliya pêkhateyên kurd, ereb, sûryan û hemû pêkhateyan çêdikir û gotîye:

“Bi rastî ji sala 2013 a heta roja şehîd ket em dikarin bêjin roleke xwe ya pêşeng di hemû qadên Şoreşa Rojava de hebû”.

Fermanderê HSD ê derbarê têkoşîna Nuredîn Sofî ya li dijî DAIŞ ê jî wiha gotîye:

“Di pêngavên me yên li dijî DAIŞ ê de hertim roleke mezin lîstîye. Pêngava rizgarkirina Reqayê opêrasîyona me ya herî zemhet bûye.

Ew kelha DAIŞ ê û paytexta wan bû. DAIŞ ê gelek tedbîr girtibûn.

Di pêngava rizgarkirina Reqayê de biryardariya heval Nûredîn, di meşandina şer de roleke xwe yê sereke hebû.

Dema şer dixetimî teqez jêrê çareseriyek didît.

Di tunekirina DAIŞ ê li baxoza Dêrazorê de jî Heval Nûredîn fermandarîya şer kirîye.

Ewî mohra xwe li tunekirina DAIŞ ê da, gelê me, tevayî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di mijara xilaskirina ji terora DAIŞ ê de minetdarê heval Nûreddîn Sofî ne”.

Opêrasyona li dijî Bexdadî

Mezlûm Ebdî eşker kirîye ku Nuredîn Sofî li opêrasîyona li dijî Bexdadî roleke sereke lîstîye û gotîye:

“Heval Nûredîn di opêrasîyona kuştina serçeteyê DAIŞ ê Ebû Bekir El Bexdadî de roleke sereke lîst.

Agahî hebûn lê hinek hevalan digotin ne rast in. Yê ku bi israr şopand û teqez kir heval Nûreddîn bû.

Mîmarê serkeftina opêrasyona li dijî Bexdadî heval Nuredîn bû”.

Li gorî gotina Mezlûm Ebdî ewî di şerê Efrînê, Serê Kaniyê û Girê Spî de jî cih girtîye û pêşengî kiriye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button