
Em piştrast in ku ev pirsgirêk wê di encama pêvajoya dîyarkirina sînoran de bi tevahî bên çareser kirin. Derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî rêveberîya herêmî û binesazîyê, Davît Xûdatyan, 14 ê tebaxê di hevpeyvîna bi rojnamevanan re, dema ku bersiva pirseke li ser vegerandina deverên ku ji Adirbêcanê hatine desteserkirin bo Ermenîstanê, hatîye gotin.
Li gorî wî, pêvajoya dîyarkirina sînoran û mantîqa dîyarkirina sînoran ya ku berê li Kîransê hatîye bicîhkirin, û her weha pêvajoya dîyarkirina sînoran ya ku berê hatîye bicîhkirin, bawerîyê dide mirovan ku ev pêvajo wê berdewam bike, di encamê de pirsgirêk wê bên çareserkirin.
Wezîr di bersiva pirseke zelalkir ya derbarê rizgarkirina deverên Ermenîstanê ji dagirkerîyê û vegerandina girtîyan de careke din bawerîya xwe anîye ziman ku hemû pirsgirêkên jorîn wê di encama pêvajoya aşîtîyê ya ku dest pê kirîye bên çareserkirin.







