H’emû nûçeSereke
Rêyên Ermenîstanê wê di bin desthilata wê de bin, û hemû pirsgirêkên ji wê derdikevin jî wê di bin desthilata wê de bin: wezîr

Wezîrê Komara Ermenîstanêyî rêveberîya herêmî û binesazîyê Davît Xûdatyan, 14 ê tebaxê di hevpeyvîna bi rojnamevanan re gotîye, rêyên Ermenistanê wê di bin desthilata Ermenîstanê de bin, û hemû pirsgirêkên têknîkî û bingehîn ji vê yekê derdikevin.
Ewî zêde kirîye ku prînsîpên beramberîhevî, serwêrî, dadwarî û yekparçeya axê di belgeyên ku ji hêla serokwezîrê Ermenîstanê, serokkomarê Adirbêcanê û serokkomarê Dewletên Yekbûyî ve hatine îmzekirin bi zelalî hatine destnîşankirin.
Xûdatyan destnîşan kirîye ku “Destpêkirina peymana aşîtîyê Ermenistanê gaveke pir mezin nêzîkî aşîtîyê dike, ku ji bo her welatîyekî welêt bûyerek pir dirêj-bendewar, kêfxweş û girîng e”.







