
Çavkanîyekê ji artêşa Sûryayê ragîhandîye ku, artêşa welatê wî amadekarî kirine ku êrîşî deverên ku di bin kontrola HSD ê de ne bike, heger peymana di navbera HSD û hukumeta Şamê de bi ser nekeve, lê bi wî şertî ku Amêrîka razî bibe û Îsrayêl jî desttêwerdanê neke.
Rojnameya The National ê ya amerîkayî 17 ê tebaxa sala 2025 a ji zarê çavkanîyekê ji artêşa Sûryayê parve kiriye ku, artêşa Sûryayê plan dike ku berî cotmehê êrîşeke mezin bide destpêkirin da ku parêzgehên Reqaye û Dêrazorê kontrol bike, heger Hêzên Sûrya Dêmokratîk (HSD) û hukumeta Şamê li hev nekin.
Li gorî wê çavkanîyê, artêşek ji 50 î hezar çekdaran bi piştevanîya eşîrên ereb yên wê deverê li nêzîkî bajarê Tedmurê ji bo amadekarîya pêşveçûna ber bi bakur û deverên di bin kontrola HSD ê de hatîye kom kirin.
Wê çavkanîya ewlehîyê amaje jî daye ku, plana wê êrîşê bêyî erêkirina Amêrîkayê nayê bicîhanîn, herwesa divê piştrastî jî bê dan ku artêşa Îsrayêlê desttêwerdanê neke.
Çavkanîya navbirî eşkere jî kirîye ku, danûstandinên di navbera hukumeta Sûryayê û HSD ê de bi navbeynkarîya Waşintonê tu pêşveçûnek nedîtiye, herwesa ji ber redkirina radestkirina desthilatdarîyê ji hukumeta Şamê re, Amêrîka nîgeran kiriye û nêrîna wê ya li ser HSD ê guhertiye.
Li gorî wê çavkanîyê, ev nêrîna Amêrîkayê bi helwesta Tirkîyayê ji bo bidawîanîna HSD ê li bakurê Sûryayê re hev digire.
Ev jî di demekê de ye ku, di meha tîrmehê de pevçûyn di navbera Dirûzê û Bedewîyan de çê bûne, ku bûye sedema desttêwerdanên hêzên hukumeta Sûryayê û hêza asmanî ya Îsrayêlê.







