
Ji ber guherîna keşûhewayê û kêmbûna rêjeya baranbarînê, asta avê di çavkanîyên sereke yên bajarê Silêmanîyê de, bi taybetî li havîngeha Serçinarê û bendava Dûkanê, bi awayekî berçev kêm bûye. Ev rewş metirsîyeke cidî li ser dabînkirina ava vexwarinê û sêktora çandinîyê çêdike.
Li Serçinarê reng û rûyê jîyanê diguhere
Havîngeha Serçinarê ku yek ji cîhên geştyarî yên herî dilkêş yên Kurdistanê ye û demekê bûbû çavkanîya îlhamê ji bo helbestvanan, niha ji ber kêmbûna avê di rewşeke dijwar de ye. Ava vê havîngehê ku ji binê bilindahîyan derdiket û çavkanîyeke girîng ya ava vexwarinê ya Silêmanîyê bû, ji ber hişkesalîyê bi awayekî metirsîdar kêm bûye.
Di salên pêncihî yên sedsala borî de, projeya ava Serçinarê wekî çavkanîya sereke ya ava vexwarinê ya bajêr hatibû damezrandin, lê niha tenê dikare 30 selefê pêdivîyên bajêr dabîn bike. Wênekêş Nasih Elî Xeyat, ku bi salan e dîmenên Serçinarê bi kameraya xwe tomar dike, dide zanîn ku guhertinên di nav salan de pir berçev in û dîmenê xwezayî yê herêmê têk dane.
Bendava Dûkanê di bin metirsîyê de ye
Bendava Dûkanê ku mezintirîn bendava Herêma Kurdistanê ye û di navbera salên 1954-1959 a de hatîye çêkirin, roleke jîyanî di komkirina avê û hilberîna ênêrjîya êlêktrîkê de dilîze. Şîyana vê bendavê heft mîlyard mêtre sêcar av e, lê niha zêdetirî sê parên wê vala ne.
Qaymeqamê Dûkanê Sîrwan Serhed ragîhandîye, di nava salekê de asta avê di bendavê de 18 mêtryan daketîye û 200 heta 300 mêtrê paşve çûye. Li gorî gotina wî, ji heft mîlyard mêtrê sêcar av, tenê yek mîlyard û 400 mîlyon mêtrê sêcar av di bendavê de maye.
Yek ji deverên geştyarî yên nêzîkî bendavê, Tengî Bêstûne ye, ku ji ber kêmbûna baranê û hişkesalîyê veguheriye çolistaneke hişk. Vê yekê bandoreke neyînî li ser sêktora geştyarîyê ya herêmê kirîye.
Kêmbûna avê di van her du çavkanîyên sereke de ne tenê zirarê dide dîmenê xwezayî û geştyarîyê, lê di heman demê de gefeke cidî ye li ser ewlehîya av û xwarinê ya xelkê herêmê. Pispor hişyarîyê didin ku pêwîst e demildest tedbîrên bilez ji bo birêvebirina çavkanîyên avê û rû bi rûbûna encamên guhertina keşûhewayê bên girtin, wek çêkirina bendavên nû û nûjenkirina yên heyî.







