Ermenîstanê û Îranê li ser çêkirina pira duyemîn li ser çemê Araksê li hev kirine

Wezîra Îranêye rê û geşepêdana bajar Farzanê Sadêxê, ku wek beşek ji şandeya fermî ya Îranê li Yêrêvanê ye, di hevpeyvîna ligel Tasnim ê gotîye ku Ermenîstan û Îran li ser avakirina pireke duyemîn li hev kirine.
Wek ku Sadêxê destnîşan kirîye, li ser çêkirina pira duyemîn li Noradûzê, ji nû ve avakirina pira heyî, başkirina têrmînalên sînor û sererastkirina baca kamyonan lihevkirinên pêşîn hatine kirin.
Wezîrê gotîye: “Ev gav wê karê barhilgiran hêsantir bikin û pakêtek transît ya temam pêk bînin. Pakêt wê di mehên pêş de bê temam kirin”.
Li gorî wê, girîngîyeke taybet ji bo projeyên rîya hesin tê dayîn. Sadêxê tekez kirîye ku xeta rîya hesin ya ku kendava Farisî bi behra Reş ve girêdide, xwedî girîngîyeke stratêjîk e. Li Îranê, rê dighîje Culfayê û rêya Culfa-Yêrêvanê jî hatîye pejirandin.
Herwiha, alî amadekarîyan dikin ku di warê veguhestina hewayî de mêmorandûmekê çêbikin. Ji ber nebûna gihîştina Ermenîstanê bo deryayê, hevkarîya di warê binesazîya benderan de jî di rojevê de ye. Ji bo vê yekê, tê plankirin ku potênsîyala lojîstîkî ya benderên başûrê Îranê yên li peravên kendava Farisî û behra Omanê bên bikar anîn.
Sadêxê destnîşan kirîye ku “Ev destpêşxerî wê bingeheke xurt ji bo pêşxistina veguhastina transîtê di navbera Îranê, Ermenîstanê, Avropayê û Rojhilatê Asyayê de biefirînin”.
Di heman demê de, li Yêrêvanê li ser pêşxistina korîdora otomobîl û rîya hesin ya kendava Farsa-behra Reş jî lihevkirinek hatîye kirin.







