H’emû nûçeSereke

Yêrêvanê Têhran piştrast kirîye ku ew ê qet nehêlin ku ji axa wê ve gef li ser Îranê bê xwarin

Wezîrê Îranêyî karên der Abas Araxçî ragîhandîye ku Ermenîstanê ji Îranê re piştrast kirîye ku ew ê qet rê nedin ku ji axa wê ve gef li ser Komara Îranêye Îslamî  bê.

Abas Araxçî piştî hevdîtinên di navbera serokên Ermenîstanê û Îranê de li Yêrêvanê gotîye: “Di navbera her du alîyan de danûstandinên pir cidî û avakar pêk hatine. Me bi berfirehî li ser mijarên hevkarîya aborî ya berfireh, di nav de bazirganî, veberhênan û pêkanîna projeyên têknîkî û endezyarîyê, nîqaş kirine.Wek din, mijarek  ya nîqaşê di vê civînê de hevkarîya çandî ya di navbera her du welatan de bûye, ku bi têkilîyên çandî yên kûr û demdirêj ve girêdayî ye. Di warê rêyên transît û ragîhandinê de jî nîqaşên girîng pêk hatine”.

Alîyê Ermenîstanê derbarê nîqaşên dawî yên li Waşîngtonê de ravekirinên berfireh dane û piştrast kirîye ku ew ji xetên sor yên Komara Îranêye Îslamî  haydar e û wê her gav bala xwe bide wan.Ewî destnîşan kirîye ku li ser bingeha vê piştrastbûnê, Ermenîstan wê qet nehêle ku ji axa wê tu gef li ser Îranê derkeve.

Wezîrê Îranêyî karên der  wiha dawî li axaftina xwe anîye: “Biryar hatîye dayîn ku di demek nêzîk de belgeyeke berfireh ya li ser hevkarîya stratêjîk ya di navbera her du welatan de bê temamkirin û îmzekirin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button