H’emû nûçeSereke

Mêrdînî ji ber hewaya germ li ser banan radizên

Li Mêrdînê ji ber germahîya zêde, welatî bi şevan li ser banên xanîyên xwe radizên û vê kevneşopîya didomînin.

Her çi qasî guherîna avhewayê û avakirina xanîyên ji bêton bandor li ser vê kevneşopîyê kiribe jî li hinek deverên Mêrdînê razana li ser banan hîn jî didome.

Berîya roj biçe ava, jin nivînan derdixin ser banan û ji bo xeweke hênik amadehîyan dikin.

Li gorî gotina xelkê, gelek caran hewa ew qasî hênik dibe ku ew bê betanî nikarin razên.

“Hewa hênik dibe”

Niştecîhê Mêrdînê Selahadîn Atmaca gotîye: “Her dema dibe êvar, em li ser banî wexta xwe derbaz dikin. Hewa hênik dibe. Mêrdîn warê me ye û xweş e”.

Li gorî gelek parêzgehên Bakûrê Kurdistanê yên wek Wanê û Qersê, li Mêrdînê havîn germ derbaz dibe.

“Heta berê sibehê em lihêfan davên ser xwe”

Alî Atmaca jî dîyar kirîye ku bi şevan hewa hênik e û wiha axivîye:

“Êvaran pir hênik dibe. Heta berê sibehê em lihêfan davên ser xwe. Ji ber ku berê sibehê pir sar dibe. Lê êvaran hênik e”.

Ji vê rewşê herî zêde zarok kêfxweş in û xewa li ser banan bi tiştekî naguherin.

“Hênikîya wê xwezayî ye”

Emîr Alî Sîncar jî dîyar kirîye ku ew xewa li ber klîmayê naxwaze û wiha li pey çûye:

“Dema mirov li ber klîmayê radizê, rast e hênik e lê mirov pê aciz dibe.

Lê dema mirov li ser ban radizê, hênikîya wê xwezayî ye û bêhna wê hewayê gelekî taybet e, yekser xewa mirov tîne”.

Zarok bi şevan dibin mêvanên stêrkan û serê sibehan jî çavên xwe li ber dîmeneke bêhempa vedikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button