
Ev demek bûye behsa vegera koçberên sûryayî yên li Tirkîyayê û Bakûrê Kurdistanê nehatîye kirin lê ew pêvajo hîn jî didome.
Piştî ketina desthilata Beşar Esed, vegera koçberên sûryayî didome û van demên dawîyê 691 sûryayî ji bajarê Edeneyê yê Tirkîyayê vegerîyane welatê xwe.
Sûryanîyên ku bi dilxwazî vedigerin ewil serî li navendên vegerandinê didin û paşê ji wê derê bi otobûsan diçin derîyên sînorî.
“Îdî bes e, me bêrîya welatê xwe kirîye”
Koçberê sûryayî Amar Zêrûk gotîye: “Em ji ber mazûvanîyê spasîya xelkê Tirkîyayê dikin.
Niha şer bi dawî bûye û em dixwazin vegerin welatê xwe.
Îdî bes e, me bêrîya welatê xwe kirîye û ji ber wê em bi dilxwazî vedigerin”.
“Em gelekî xemgîn in”
Sûryanîyên ku salên dirêj koçberîyeke zehmet derbaz kirîye, kêfxweş in ku vedigerin welatê xwe.
Koçberê sûryayî Mûhamed El Selamî jî daye zanîn ku ev 10 sal in ku ew li Tirkîyayê dijî û gotîye:
“Em gelekî xemgîn in ku ji van deran diçin lê em dîsa wekî serdan bên”.
Li gorî amarên fermî, ji 8 ê kanûna pêşin ya sala 2024 a ku rêjîma Esed rûxîya, zêdeyî 412 hezar koçberên sûryayî yên li Tirkîyayê û Bakûrê Kurdistanê bi dilxwazî vegerîyane welatê xwe.







