SerekeSîyasî

DEM Partî: divê komîsyon li Ocalan guhdarî bike

Berdevka Partîya Wekhevî û Dêmokrasîyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşêgul Doganê, di daxuyanîyeke çapemeniyê de nerazîbûneke tund nîşanî astengkirina axaftina bi kurdî ya di komîsyona meclîsê de daye û bang kirîye, ji bo çareseriyeke mayînde, divê komîsyon bi Abdulah Ocalan re hevdîtinê bike û li wî guhdarî bike.

Ayşêgul Doganê 21 ê tebaxê li navenda giştî ya partîya xwe geşedanên di rojevê de nirxandîye û dîyar kirîye ku ew xebatên xwe yên ji bo pêvajoya aşîtî û civaka dêmokratîk bi biryardarîyeke mezin didomînin.

“Astengkirina zimanê kurdî dilê me dişkîne”

Doganê bal kişandîye ser civîna dawî ya komîsyonê û daye zanîn, serokê meclisê Nûman Kûrtûlmûş nehiştîye dayîka aşîtîyê Nêzahat Teke bi kurdî biaxive. Doganê gotîye: “Endamên me yên di komîsyonê de pêşnîyar kirine ku ew dikarin wergerê bikin, lê nehatîye qebûlkirin. Ev helwest nayê qebûlkirin”.

Doganê hestên Nêzahat Tekeyê yên di komîsyonê de wiha anîye ziman: “Nêzahat Tekeyê gotîye: ‘Em di sedsala 21 emîn de nin, lê hêj ez nikarim xwe bi kurdî bînim ziman. Bi rastî jî ez eşîyam û dilê min şikest. Vaye yek ji mijarên sereke yên ku divê bên çareserkirin ev e”.

Kampanyaya Nû: “Ez aşîtîyê dixwazim ji ber ku…”

Berdevka DEM Partîyê ragîhandîye ku ew ê  1 ê îlonê, roja aşîtîyê ya cîhanê de, bi dirûşma “Deng bide aşîtîyê” li seranserê welêt çalakîyan li dar bixin. Doganê gotîye: “Em ê bi der-dorên cuda yên civakî re bicivin û kampanyake nû ya bi navê ‘Ez aşîtîyê dixwazim ji ber ku… bidin destpêkirin”.

“Ji bo aşîtîyê divê komîsyon li Ocalan guhdarî bike”

Herwiha Ayşêgul Doganê bi awayekî aşkere bal kişandîye ser rola Abdulah Ocalan di pêvajoya çareserîyê de û banga herî girîng kirîye:

“Birêz Ocalan kir ku ev pêvajo bilez bibe. Ji bo bidawîkirina pevçûyînan û gihîştina aştîyeke mayînde, divê komîsyon li Ocalan guhdarî bike. Em behsa çareserîya pirsgirêkeke 100 salan dikin û ji bo vê pêwîstî bi gavên wêrek heye. Divê ev ne tenê daxwaza DEM Partîyê be”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button