H’emû nûçeSereke

Çînistanê civîna Organîzeya Hevkarîya Şanhayê  li Tîyanszînê derbazke:Paşînyan hatîye teglîfkirinê

Ji 20 î zêdetir serokên welata û serokên deh organîzeyên navneteweyî wê beşdarî civîna Organîzeya Hevkarîya Şanhayê bibin.

Civînê 31 ê tebaxê  heta 1 ê îlonê pêk bê.Eva cara pêncaye ku civîna hersale li Çînistanê tê derbazkirinê.

Serokê Çînistanê wê serokatîya civîna şêwira serokên welatên endam bike û wê bi raportên xwe wextê hevdîtina pêşda bê. Derheqa wê yekêda wekîlê wezîreta Çînistanêye karên der gotîye.

Nava dorana civînêda wê nanê fermî bê dayîn û hevdîtinên dualî wê bêne pêkanînê.

Serokwezîrê Ermenîstnê Nîkol Paşînyan û usa jî serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêv wê beşdarî civînêbin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button