
Medyaya Tirkîyayê ragîhandîye ku serokkomarê Tirkîyayê Recep Tayîb Erdogan bi boneya merasîma destpêkirina xeta trênê ya Qers-Îgdîr-Aralik-Dîlûjû peyameke şandîye.
Ewî gotîye ku vekirina wê wê hilberîn û hinardekirinê li herêmên Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê zêde bike, binesazîya veguhastinê baştir bike û potênsîyala tûrîstîyê ya behra Sipî berfireh bike.
Erdogan her wiha gotîye: “Berfirehkirina tora rîya hesîn ya di navbera Rûsyayê, Adirbêcan, Ermenîstanê û Tirkiyeyê de wê bandoreke pir erênî li ser bazirganîya herêmî bike. Xeta rîya hesin ya Qeris-Îgdîr-Aralik-Dîlûjû hem ji bo welatê me û hem jî ji bo herêma me pir girîng e”.







