H’emû nûçeSereke

Civîna balyozan li Kapanê dest pê kirîye: aşîtî di rojevêda  ye

Komxebata salane ya serokên mîsyonên dîplomatîk yên Ermenîstanê duh li Kapanê dest pê kirîye. Serokkomar, serokwezîr û wezîrê karên der beşdarî civînê bûne. Di komxebatê de, pêşînîyên sîyaseta der ya Ermenîstanê, destpêşxerîya “Xaçerêya aşîtîyê” û derfetên ku ji peymana li Waşîngtonê hatîye îmzekirin derdikevin holê hatine nîqaşkirin.

Robêrt Xêvondyan, pisporê navenda lêkolînên sîyaseta ewlehîyê, di hevpeyvîna bi “Radiolurê” re dibêje ku ev sembolîk e ku civîna balyozan piştî peymanên Waşîngtonê li Syûnîkê pêk tê. Li gorî analîst, ew ê bibe navenda mantîqa herêmî ya nû derketîye holê.

“Wek ku Nîkol Paşînyan di axaftina xwe de behs kirîye, karê balyozan ew e ku ji cîhanê re bidin nasîn ka ew navend yan xaçerê wê çawa bixebite, ew dikarin çi avantajan bi dest bixin, welatên cuda dikarin çi derfetan bikar bînin heger ew beşdarî avakirin û xebitandina binesazîyên nû yên ku di pêşeroja nêzîk de li Syûnîkê têne hêvîkirin bibin, û beşdarî vekirina rêyên transîtê yên hem di alîyê rojhilat-rojava û hem jî bakûr-başûr de bibin. Û karê balyozan di vî warî de pir girîng e, ji ber ku ew yekem kes in ku xwedîyê vê agahîyê ne ku bi vê mijarê ve girêdayî ye û divê ew vê agahîyê bidin alîyên eleqedar”.

Robert Xêvondyan behsa wê yekê dike ku Tirkîya û Adirbêcan di çarçoveya mantiqa qaşo “Korîdora Zangêzûrê” de li ser vekirina kanalan diaxivin û wiha dibêje:

“Em ê her tim ji Adirbêcanê û Tirkîyayê “Korîdora Zangêzûrê” bibihîzin. Bi kêmanî, ez difikirim, di jîyana me de. Bêyî ku azêrî bikaribin derbazî Nexçêvanê bibin, ew ê jê re bibêjin “Korîdora Zangêzûrê”. Em jê re dibêjin “derbazbûna ji Syûnîkê”. Ji ber vê yekê ez nafikirim ku li vir pirsgirêkeke usa hebe”.

Di demên dawî de, wezîrê veguhastin û binesazîyê yê Tirkîyayê ragîhandîye ku ya bi navê “Korîdora Zangêzûrê” wê hevkarîya aborî ya di navbera Tirkîyayê, Ermenîstanê û Adirbêcanê de qewîn bike. Li ser daxwaza “Armenpress” ê, wezîrê rêveberîya herêmî û binesazîyê yê Ermenîstanê Davît Xûdatyan bersiva vê daxuyanîyê daye.

“Tenê projeyên binesazîyê yên ku ji hêla hukumeta Komara Ermenîstanê ve têne pêşnîyar kirin, pejirandin yan pesend kirin dikarin li axa Komara Ermenîstanê bixebitin û bên bicîh kirin. Projeyên weha, bo nimûne, bernameyên “Bakûr-Başûr”, “Xaçerêya aşîtîyê”, û TRIPP in. Binesazîya bi her navekî ku li gorî pîvanên dîyarkirî nebe, wê li axa Komara Ermenîstanê nexebite”.

Derbarê hevkarîya aborî ya di navbera Tirkîyayê, Ermenîstanê û Adirbêcanê de, li gorî Xûdatyan, Ermenîstan ji bo wê amade ye û pê eleqedar e. Beşa veguhastinê ya hevkarîyê di projeya “Xaçerêya aşîtîyê” de tê îfadekirin, ku TRIPP, bernameya “Rêya Tramp ji bo aşîtîya navneteweyî û serfirazîyê”, jî projeyeke ji wê ye.

Wezîrê pêşkeftin û hevkarîya herêmî Davît Xûdatyan gotîye: “Em li gorî daxuyanîya ku  8 ê tebaxê  li Waşîngtonê hatîye qebûlkirin, ji bo destpêkirina vê bernameyê û vekirina danûstandinên veguhastinê bi Adirbêcanê re bi awayeke çalak amadekarîyan dikin. Ez her wiha pêwîst dibînim ku destnîşan bikim ku me bi eşkereyî amadebûna xwe ji bo vekirina girêdana rîya hesin ya Gumrî-Qersê di navbera Ermenîstan û Tirkîyayê de nîşan daye, ku ev yek wê girêdana herêmî hîn  qewîn bike”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button