SerekeSîyasî

Natanyahû ragîhandîye ku ewî qirkirina Ermenîyan di împêratorîya Osmanî de nas kirîye

Rojnameya Times of Israel ragîhandîye ku serokwezîrê Îsrayêlê Bênyamîn Natanyahû cara yekem bi eşkereyî gotîye ku ewî qirkirina ku împêratoriya Osmanî di destpêka sedsala 20 î de li dijî ermenîya, asûrîya û yûnanan pêk anîye nas dike.

Di podkasta Patrîk Bêt-Dêyvîd de, dema ku ji Natanyahû  pirsîne çima Îsrayêlê hîn bi fermî jênosîda Ermenîyan nas nekirîye, ewî wiha bersiv daye: “Ez difikirim ku wana nas kirîye. Ez difikirim ku Knêssêtê li ser vê yekê biryarek derxistîye, her çend hîn qanûneke usa tune be. Min tenê ew nas kirîye. Ev e.” ewî zêde kirîye.

Bêyt-Dêyvîd ji malbateke xiristîyan ya asûrîye ku bi esilê xweva ji Îranê ye.

Em bîr bînin ku dewleta cihûyan hîn jî bi fermî jênosîda Ermenîyan nas nake, û biryarnameyên ku ji hêla fraksîyonên takekesî yên Knêsêtê ve di salan de hatine pêşnîyar kirin di dawîyê de ji hêla piranîya parlamanî ve nehatine pejirandin.

Malper dinivîse ku bi daxuyanîya xwe, ew xuya dike ku îşareteke guhertineke muhtemel di helwesta Îsrayêlê de dike di têkilîyê de bi xiravbûna berdewam ya têkilîyên bi Tirkîyayê re. Weşan bi bîr dixe ku ermenî bi dehan salan e ji bo naskirina navneteweyî ya qirkirinê hewil didin û tekez dike ku kuştinên girseyî, sirgûnkirin û girtinên ku ji hêla împêratorîya Osmanî ve hatine kirin, ku di encamê de bi qasî 1,5 mîlyon kes mirine, qirkirin in.

Wek dewleta mîratgir ya împêratorîya osmanî, Tirkîya hîn jî bi awayekî katêgorîk vê taybetmendîyê red dike. Malper her wiha destnîşan dike ku ew welatê yekem bû ku bi fermî qirkirina Ermenîyan nas kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button