H’emû nûçeSereke

Girtina Koma Mînskê  1 ê îlonê hatîye plankirin: – Organîzeya Hevkarî û Ewlekarîya  Avropayê  agahdarî daye “Radiolur” ê

Sêkrêtarîya Organîzeya Hevkarî û Ewlekarîya  Avropayê ji ajansa nûçeyan ya “Radiolur”  ê ra gotîye ku biryar e koma Mînskê ya Organîzeya Hevkarî û Ewlekarîya  Avropayê  wê 1 ê îlonê, bi rêya prosêdûreke bêdeng, bi dawî bibe.

Di nameya ku ji “Radyolur”  re hatîye şandin, berdevkê Organîzeya Hevkarî û Ewlekarîya  Avropayê bi bîr xistîye ku 11 ê tebaxê wana serlêdanek hevbeş ji Ermenîstanê û Adirbêcanê ji bo encûmena wezîran wergirtiye ku tê de pêşnîyara rawestandina pêvajoya Mînskê û girtina avahîyên pêwendîdar heye.

Li gorî agahîyên ji Organîzeya Hevkarî û Ewlekarîya  Avropayê  hatine wergirtin, Fînlandîya, ku serokatîya rêxistinê ya sala 2025 a bi dewletên beşdar re li ser girtina pêvajoya Mînskê û avahîyên pêwendîdar nîqaşan dike. Ji bo vê yekê biryara konsêya wezîran hewce ye, ku bi lihevkirinê ji hêla hemî 57 dewletên beşdar ve tê pejirandin.

Berdevkê Organîzeya Hevkarî û Ewlekarîya  Avropayê   ji “Radiolur” re gotîye:”Piştî rûniştina taybet ya konseya daîmî ya  25 ê tebaxê, pêşnûmeya biryara konsêya wezîran ya li ser girtina pêvajoya Mînskê û avahîyên pêwendîdar ji bo pejirandina bi prosêdûreke bêdeng heta 1 ê îlonê ji dewletên beşdar re hatîye raber kirin. Ev prosêdûr rê dide ku biryar di wê rojê de bê pejirandin heger tu dewletek beşdar îtîraz neke. Sêkrêtarya amade ye ku her encamek ji van nîqaşan bicîh bîne”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button