Komara Ermenistanê di asta herî bilind ya dîrokî ya geşbûnê de ye:serokwezîr

Civîna asayî ya hukumeta Komara Ermenistanê, bi serokatîya Serokwezîrê Komara Ermenîstanê Nîkol Paşînyan, pêk hatîye.
Civîna hukumetê de, Nîkol Paşînyan li ser nîşaneyên çandinîyê yên du çaryekên pêşîn yên îsal rawestîyaye û tekez kirîye ku di encamê de, di qebareya hilberîna çandinîyê de zêdebûnek hatîye tomar kirin.
Wezîrê aboriyê Gêvorg Papoyan hûrgilî raber kirine: di warê çandinîyê de, di nîvê yekem yê salê de mezinbûneke 7,3 selefê, di warê hilberîna çandinîyê de-13,4 selef, di warê xwedîkirina heywanan de -3 selef, û ev jî nîşaneya herî bilind ya salên dawî ye.
Serokê dewletê tekez kirîye ku li gorî daneyên 7 mehên pêşîn, nîşaneyeke 7 selefê ya çalakîya aborî hatîye tomar kirin. Wekî din, rêjeyek mezinbûnê ya baş di şaxên sereke yên aborîyê de tê tomar kirin.
Nîkol Paşînyan gotîye:”Li gorî daneyên mehên dawî, îndêksa çalakîya aborî hin meylên lezbûnê nîşan dide, ji ber ku di tîrmehê de îndêksa çalakîya aborî 9,1 bûye. Bê guman, li gorî daneyên 7 mehan, hejmara pîşesazîyên çêkirinê cîhê fikaran e. Lê li vir pêvajoyên têkildarî ji nû ve hinardekirinê hene, ku guherîne, di tîrmehê de mezinbûna pîşesazîyê 4.2 selefe. Pîşesazî bi kevneşopî yek ji xalên me yên herî qels bûye, lê ez difikirim ku pêvajoyên sîyasî û herêmî, tevî rakirina dorpêça li ser Ermenîstanê ya tê çaverêkirin, divê kalîteyek nû û dîmênsîyoneke nû bînin pîşesazîyê”.
Di vî warî de, serokwezîr tekez kirîye ku ji 28 ê tebaxa sala 2025 a pê ve, Ermenîstan di xala herî bilind ya dîrokî ya geşbûnê de ye. Serokwezîr gotîye: “Ez vê yekê wekî tiştekî awarte nabêjim, ji ber ku mantîqa her pêşketina me ew e ku di her sala pêş de meye asta herî bilind a geşbûna xwe hebin”.
Nîkol Paşînyan her wiha destnîşan kirîye ku daneyên refaha giştî di daneyên pergala bankayê de jî têne nîşandan. Bi taybetî, bo nimûne, emanetên bankayê û hesabên welatîyên ku wekî niştecîhên Komara Ermenîstanê têne hesibandin li gorî sala 2017 a bi 141 selefî zêde bûne. Ango, em behsa pereyan dikin. Di mijara kesan de, hesab û emanet 125 selef, di mijara sazîyên hiqûqî de, hesab û dahat li gorî sala 2017 a 175 selef zêde bûne.
Serokwezîr gotîye:”Li gorî sala 2017 a, deynên ku ji niştecîhên Ermenîstanê re hatine dayîn 173 selef zêde bûne. Ango, ji 2.3 trîlyonî gihîştine 6.4 trîlyonî. Dibe ku li vir bertekek hebe ku mirov ketine bin krêdîyê yan deynê, lê ji ber vê yekê nîşaneyek din heye. Di warê deynên pirsgirêkdar, deynên nepêrformans de, em di asta herî kêm ya dîrokî de ne.Ji 1.2 selefê deynên me pirsgirêkdar in, lê di sala 2016 a de ev nîşane 4.6 selef bûye. Ji sala 2024 a vir ve, bi rastî, ev nîşane nîvî bûye û niha li ser rêgehek stabîl e”.
Nîkol Paşînyan her wiha tekez kirîye ku ji sala 2018 a vir ve, qebareya veberhênanên ku ji hêla xwedîyên wan ve di pergala bankayê de têne kirin bi qasî 162 selefî zêde bûye, ku tê vê wateyê ku pergala bankayê ewqas pêbawertir bûye, û bankayî li Ermenîstanê balkêştir bûye.
“Çandinî, nîşaneyên çalakîyên aborî, sîstêma bankayê – ev hemû pêşketineke domdar nîşan dide.Aşîtîya damezrandî wê vê yekê zêde bike û ji bo van hemûyan teşwîqeke nû bide. Û hemû armancên ku me di asta sîyasî de danîne her ku diçe bêtir bi dest dikevin, û li pişt van hemû nîşaneyan mirovên taybetî hene – mirovên xebatkar, mirovên ku encaman diefirînin. Ez dixwazim careke din spasîya van hemû kesan bikim, ji ber ku karê me ew e ku em hawîrdoreke û şert û mercên têr û guncaw biefirînin da ku mirov bikaribin bixebitin û encaman biefirînin û bê guman, bacên ku bi qanûnê hatine destnîşankirin bidin, û ez spasîya hemû wan kesan dikim ku vê yekê dikin”,- serokê dewletê gotîye.
Serokwezîr bal kişandîye ser girîngîya bandora karanîna amûrên ku armanc dikin kêmkirina wê.Bi kurtasî, serokê dewletê tekez kirîye ku hem sîstêma bankayê û hem jî aborî divê di şert û mercên aşîtîyê de ji bo pêşkeftinê amade bibin û zanînê bi dest bixin.







