Navenda “Tûmo” li bajarê Hindistanêyî Mûmbayê wê vebe

Yekem navenda “Tûmo” li Başûrê Asyayê wê mijdara sala 2025 a li bajarê Hindistanêyî Mûmbayê vebe. Navenda nû wê bi hevkarîya fonda xêrxwazîyê ya “Şatîlal Şanghvî” bê vekirin û wê di avahyê nû ya akadêmîya “Şîxayê” da, ku yek ji sazîyên perwerdehîyê yên pêşeng yên welêt e,bê bicîhkirin.
Li gorî “Armenpress” ê, Tûmo: navenda têknolojîyên efirîner li ser vê mijarê daxuyanîyek weşandîye.
Di daxuyanîyê de tê gotin ku Tûmo Mûmbay wê hefteyê ji 1800 ciwanan re derfetên perwerdehîya têknolojîyê û sêwiranê yên belaş raber bike.
“Ez piştrast im ku Tûmo wê ji bo ciwanên Hindistanê jî ezmûnek ku jîyanê diguherîne peyda bike. Vekirina navenda nû ji bo me jî derfeteke baş ya fêrbûnê ye. Qerebalixîya nifûsê, avahîya civakî-aborî ya pirqatî, asta bilind ya belavbûna têlêfonên desta û eleqeya hukumetê bi zekaya sûnî. Bi rû bi rûbûna van dîyardeyan, em dikarin zanînê bi dest bixin”,- seroka Tûmoyê Marî Lû Papazîanê gotîye.
Mûmbay bûye beşek ji tora navneteweyî ya Tûmoyê, têkilîya di navbera Ermenîstanê û Hindistanê de kûrtir kirîye, welatan li dora armancên hevpar yên wek nûjenî, xwendin û nivîsandina dîjîtal û hêzdarkirina ciwanan kirîye yek.
Hindistan bûye rawestgeheke din ya girîng li ser nexşeya navneteweyî ya Tûmoyê, ku ji xwe çend welatên cîhanê dihewîne: Argêntîna, Fransîya, Portûgalîya, Almanya, Albanya û Japonya. Ûrûgvay, Dewletên Yekbûyî, Holandîya, Gurcistan û Qazaxistan jî wê di demeke nêzîk de bên zêdekirin.







