H’emû nûçeSereke

Ermenîstan û Çînistan hevkarîya stratêjîk îzbat dikin:hevdîtin Nîkol Paşînyan û  Sî Sînpîn pêk hatîye /vîdyo/

Li bajarê Tîênsînê hevdîtina serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan û serokê Çînistanê Sî Sînpîn pêk hatîye.

“Armenpress” ê ragîhandîye,wekî serokê Çînistanê seredana serokwezîrê Ermenîstanê û beşdarbûna wîye li civînê silav kirîye. Sî Sînpîn pêwandîyên di navbera herdu welatada bilind qîmet kirîye û serda zêde kirîye, wekî hevkarîya dualî pêşda diçe. Ewî gotîye, wekî Çînistan piştgirîyê dide serxwebûna Ermenîstanêye sîyasî, serbestî û yekîtîya axa wê. Bi wê yekêva tevayî serokê Çînistanê daye dîyarkirinê,wekî Çînistan piştgirîyê dide projeya hukumata Ermenîstanê, ya “Xaçerêya aşîtîyê” û vekirina rêyên heremê. Sî Sînpîn pêvajoya aşîtîyêye di navbera Ermenîstanê û Adirbêcatina silav kirîye. Bi  axaftina derheqa pêrspêktîvên  pêşxistina pêwandîyên dualîda, ewî şuxulkarîya komîsîya ortehukumatîyê girîng hesab kirîye.

Li gorî wê kanîya înformasîyon, Paşînyan razalixî bona mêvandarîya germ elam kirîye.

Nîkol Paşînyan serda zêde kirîye,wekî dereca dîyaloga sîyasîye di navbera herdu welatada dide kifşê, ku ew çiqasî girînge. Serokê welêt mîyaserkirina bernama “Xaçerêya aşîtîyê” bona întêgrasîyayê û qewînbûna li herêmê girîng hesab kirîye û daye dîyarkirinê,wekî ew dikare usa jî înîsîyastîva Çînistanêva bê girêdanê.

Li gorî encamên hevdîtinê, alîya elam kirine, wekî di navbera Ermenîstanê û Çînistanêda hevkarîya stratêjîk îzbat dibe û bona wê yekê elametîya tevayî hatîye qebûlkirinê. 

Wextê hevdîtinê, rêberên herdu welata pêşkeftina hevkarîyê usa jî nava zanistîyê, xwendinê, kûltûrayê, tûrîzmê û alîyên mayînda girîng hesab kirine.

Nîkol Paşînyn gotîye wekî Ermenîstan dixweze bibe endama Organîzya Hevkarîya Şanhayê. Pevketin hatîye destanînê, ku hevkarîyê nava wê doranêda bidine kûrkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button