H’emû nûçeSereke

Îran gerekê stratêjyeke dualî li hember Ermenîstanê û Adirbêcanê bipejirîne: Mehr

Mehr dinivîse û behsa civîna di navbera sêkrêtarê konsêya ewlehîyê yê Ermenîstanê Armen Grîgoryan û rayedarên payebilind yên îranî dike, ku di salên dawî de, herêma Kafkasîyayê gelek bûyer dîtîye, di nav wan de şerên Qerebaxê û peymanên aşîtîyê yên dawî yên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de hene.

“Îran, wek cînarek raste-rast, roleke çalak di navbeynkarîyê de dilîze û giranîyê dide ser prînsîpên navneteweyî yên wek neguherîna sînoran. Xema sereke ya Tehranê înîsîyatîvên wek korîdora Syûnîkêye, ku dikare gihîştina Adirbêcanê bêyî kontrola Îranê ber bi Naxçêvanê ve peyda bike û bibe sedema tecrîda Îranê ji rêyên transîtê”,- dezgeha medyayî ya Îranî tekez dike.

Pispor bawer dikin ku divê Îran stratêjyeke dualî bipejirîne: ji bo parastina gihîştina behra Reş, têkiliyên xwe bi Ermenîstanê re qewî bike, û di heman demê de ji bo pêşîgirtina li alozîyan têkiliyên xwe bi Adirbêcanê re normal bike.

“Di heman demê de, beşdarbûna hêzên  wek Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li herêmê, Îranê teşwîq kiriye ku dîplomasîyeke çalaktir bike”.

“Komara Îslamî ya Îranê, li ser bingeha prînsîpên şoreşgerî û berjewendîyên neteweyî, amade ye ku hevkarîyên stratêjîk bi cînarên xwe re berfireh bike da ku ewlehî û geşbûna herêmî misoger bike”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button