H’emû nûçeSereke

Pêzêşkîan ji Grîgoryan re:em bi awayekî tevbigerin ku tu hêz nikaribe têkilîyên di navbera her du welatan de têk bibe

Mehr ê ragîhandîye ku serokkomarê Îranê Mesûd Pêzêşkîan di hevdîtina xwe ya bi sêkrêtarê konsêya Ermenîstanêye ewlehîyê Armên Grîgoryan, kêfxweşîya xwe ji encamên serdana xwe ya dawî anîye ziman û ew wek serketî û berhemdar bi nav kirîye.

“Bi îşaretkirina danûstandinên avakar û rêkeftinên erênî yên di dema serdanê de di navbera berpirsên payebilind yên her du welatan de hatine bidestxistin, ewî tekez kirîye ku fikarên Komara Îranêye Îslamî  yên derbarê bûyerên dawî yên li herêma Kafkasîyayê, bi taybetî hebûna hêzên biyanî li vê herêma hesas, bi berçavgirtina zelalkirin û piştrastkirinên ku ji hêla berpirsên ermenî ve hatine dayîn, pir kêm bûne”.

Serokkomar her wiha kêfxweşîya xwe ji pêşveçûna avakirina korîdora Bakur-Başûr û baldariya taybetî ya Ermenîstanê ji bo vê projeyê anîye ziman, û ew wek gaveke girîng di xurtkirina nêzîkbûna aborî û heta sîyasî ya welatên endam yên Yekîtiya Avrasyayê de bi nav kirîye.

Pêzêşkîan tekez kirîye ku danîna armanca îro dikare ji bo her du welatan pêrspêktîvên berfireh veke.Ewî zêde kirîye ku pêwîst e ku berfirehkirina bazirganî û veberhênanên hevbeş di navbera karsazên îranî û ermenî de bêtir bê pêşve xistin da ku danûstandinên aborî yên di navbera her du welatan de çend caran ji asta heyî derbaz bibin.

Li gorî wî, her du welat dikarin ji çarçoveya danûstandina kelûpelan derkevin û li ser bingeha potênsîyala zanyar û sazîyên akademîk, di warên têknolojiyên pêşketî, biyotêknolojî û nanotêknolojiyê de, ber bi hilberîna hevbeş ya berhemên nûjen û reqabetkar ve biçin.

Armên Grîgoryan, ji alîyê xwe ve, spasiya xwe ji bo baldarîya serokkomarê Îranê ya li ser pêşxistina têkiliyên dualî anîye ziman, û nêzîkatîyeke wisa ji bo welatê xwe bi qîmet dîtîye.

Ewî tekez kirîye ku serdana serokkomar Pêzêşkîan bo Yêrêvanê ji bo hukumeta Ermenîstanê pir girîng bûye, ku di dema wê de hemî aliyên têkiliyên dualî bi berfirehî hatine nirxandin û rêya hevkarîya pêşerojê bi zelalî hatîye destnîşankirin.

Sêkrêtarê konsêya ewlehîyê ya Ermenîstanê, tekez li ser xwezaya stratêjîk ya têkilîyên Îran-Ermenîstanê kirîye û ragîhandîye ku Yêrêvan amade ye ku belgeyeke berfireh li ser hevkarîya stratêjîk îmze bike, ku dê vîzyona demdirêj ya van têkiliyan diyar bike. Grîgoryan her wiha hebûna çalak ya hevaltîyên îranî li Ermenîstanê destnîşan kirîye û hêvî kirîye ku projeyên binesazîyê û avakirinê yên welatê wî bi beşdariya wan biqede.Ewî zêde kirîye ku Ermenîstan amade ye ku çend qat qebareya bazirganîyê bi Komara Îranêye Îslamî re zêde bike.

Di hevdîtinê de, alîyan rewşa dawî ya têkiliyên dualî yên di navbera Têhranê û Yêrêvanê de, û her wiha pêşketinên herêmî û navneteweyî nîqaş kirine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button