H’emû nûçeSereke

Adirbêcan binpêkirinên cidî yên azadîya olî berdewam dike: USCIRF

Komîsyona azadiya olî ya Navneteweyî ya Dewletên Yekbûyî raporek li ser Adirbêcanê weşandîye.

Mercên azadiya olî li Adirbêcanê hîn jî pir kêm in. Kontrola tevahî ya hukumetê li ser jîyana olî tu cîh ji bo komeleyên olî yên serbixwe, îfade yan çalakîyên wan nahêle.

Komîsyonê pêşnîyar kirîye ku wezîreta Dewletên Yekbûyîye karên der Adirbêcanê di “Lîsteya çavdêrîya taybet” ya xwe de ji ber binpêkirinên cidî yên azadîya olî bihêle. Hezîranê USCIRF ê li ser azadîya olî li Adirbêcanê rûniştinek li dar xistîye.

Raport dide kifşê ku cîhên olî yên dîrokî yên ermenîyan li Qerabaxê û herêmên derdorê di bin gefê de ne.

Raport dibêje: “Rayedarên Adirbêcanê wêrankirin û sextekirina mîrata olî ya ermenîyan qanûnîkirî   kirine, û îdîa dikin ku ew mîrata albanên Kafkasîyayê ye”.

Komîsyona azadîya olî ya Navneteweyî ya Dewletên Yekbûyî ajanseke serbixwe û dualî ye ku ji hêla Kongreya Dewletên Yekbûyî ve hatîye damezrandin da ku rewşa azadîya olî li derveyî welêt bişopîne, analîz bike û raporê bide.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button