
Komeke çekdar û erebên hawirde li gundekî li navçeya Cîndirêsê ya Efrînê malên xelqê talan kirine.
Hêzên ewlehîya giştî yên hukumeta Şamê jî dibêje ku ew çekdar ne ser bi wezîreta karên navxwe ve ne.
Rêxistina mafên mirovan ya Efrînê ragîhandîye ku êvara yekşemê li gundê Bozîkê yê Cîndirêsê komeke ji kesên rûpoş yên ji erebên hawirde, bi navê hêzên ewlehîya giştî û bi hinceta lêgerîna li kesên ku tên xwestin bi ser malên gundîyan de girtîye.
Li gorî heman çavkanîyê, bi dehan çekdarên rûpoş gundî neçar kirine ku ji malên xwe derkevin.
Piştî ku çekdar ji gund derketin û gundî vegerîyan malên xwe, wana dît ku malên wan hatine talankirin.
Zêr, pere û gelek kelûpelên wan hatibûne dizîn.







