Forbes ê Ermenîstan wek berbijêrê hejmara yekê ji bo sernavê welatê şerabê bi nav kirîye

Kovara amêrîkîyî Forbes ê gotareke mezin ji bo şeraba ermenî veqetandîye û welat wek “mîrê potênsîyal yê tacê yê cîhê jidayîkbûna şerabê” bi nav kirîye.
Nivîskarê gotarê, rojnamevan Lêyn Randolf, dinivîse: “Dîroka şeraba ermenî 6000 sal in, ji şikefta Arênî-1, şerabxaneya herî kevin ya cîhanê, heta vejîneke nûjen ku pêşeroja wê ya global diguherîne”.
Sedsala 20 î de, Ermenîstan ne bi şerabê, lê bi konyakê ve girêdayî bûye. Hukumeta Sovyêtê li ser hilberîna konyakê bahis dikir. Forbes hûrgilîyeke anêkdotîk bi bîr tîne: “Serokwezîrê Brîtanyayê Wînston Çêrçîl dema ku Stalîn sala 1945 a de li Yaltayê ew vexwarîye, evîndarê brendîya ArArAt ya ermenî bûye. Piştî şer, salê 400 şûşe ji Çêrçîl re dihatin şandin”.
Ev wêne kok girtîye: Ermenîstan welatê konyakêyê ye. Lê îro, wek ku Randolf dinivîse, welat “leqebek nû heye: cîhê jidayîkbûna şerabê”.
Ev têkelîya kevinar û modêrnîteyê ye ku şeraba ermenî bêhempa û balkêş dike ji bo cîhanê. Hinardekirina şerabê di deh salên dawî de du qat zêde bûye, û şûşeyên bi êtîkêta “Made in Armenia” niha ji Parîzê heta Los Ancêlêsê têne dîtin.







